“Niviskarê tirk Fehîm Taştekîn navê ‘Diren kal, yikil git’ (Li ber xwe bide bimîne, hilweşe biçe) li pirtûka xwe kiribû. Birastî jî ev gotin rastiya Sûriyeyê nîşan dide.
Gelê kurd û gelên ku li hev kom bûn, li ber xwe dan û li Sûriyeyê bûne hêzeke sereke. Ev berxwedan di encama dayîna berdêlan de bi pêş ket û her roj berdêl hatin dayîn. Gelê kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû cîhanê berdêl dan.
Kurd bi têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûn parazvanên nirxên mirovahiyê. Jibilî dewletên ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê hemû hêzên navneweyî bi dengekî bilind vê rastiyê tînin ziman. Kurd wekî leheng tên pênasekirin, spasiyên xwe li kurdan dikin. Dibe ku ev gotin dilê kurdan xweş bike, lê pêwîst e êdî gavên din bên avêtin.
Di van demên dawîn de çend pêşketinên girîng çêbûn. Netewên Yekbûyî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re protokolek îmze kir. Ne tenê îmzekirina protokolê, cih û kesên ku îmze kirin jî girîng bû.
Cara yekemîn Netewên Yekbûyî bi rayadarên leşkerî yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê re fermî danûstendinan dike. Ya duyemîn rojnameya Washington Postê nivîsa Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik weşand. Ev di ragihandina Amerîkayê de rewşeke nû bû û li cîhanê bû rojeveke cidî.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku nivîsa birêz Bayik di demeke ku ji aliyê Amerîkayê ve ketiye lîsteya kesên ku tê lêgerîn û pere li serî wî hatiye dayîn ev nivîs hat weşandin. Mesajên Bayik yên ji bo aştiyek birûmet derketin pêş û derveyî dewleta tirk, piraniya cîhanê erênî ev peyam pêşwazî kirin.
Ya sêyemîn jî çend roj in li bajarê Amûdê yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê têkildarî DAIŞ’ê komxebatek navneteweyî tê lidarxistin. Tevî hemû astengiyan di demek wiha de lidarxistina komxebatek bi vî rengî ji bo herêmê pir girîng e. Ji ber ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ketiye merheleyeke din.
Li gorî hinek hêzan kurd leheng in û leşkerên baş in. Hinek hêz jî xwe wekî dostê kurdan pênase dikin lê naxwazin aliyên baş ên kurdan bibînin. Dixwazin kurd wekî leşkerên baş di destê wan de bimînin.
Hinek xêrnexwazên mîna dewleta tirk jî kurdan wekî ‘terorîst’ pênase dikin û hewl didin kurdan tune bikin. Dewleta tirk bi salane bi piştgiriya wan hêzan kurdan qetil dike û niha li xwe mikur tên ku dewleta tirk dixwaze kurdan tune bike. Yanê dixwazin xwe ji berpirsyariya komkujiyên dewleta tirk xilas bikin. Bi çend gotinan nikarin hevkariya xwe veşêrin û divê rexnedayîneke cidî bidin kurdan. Lê diyar dibe ku ev hêz hêj ji rexnedayîneke cidî re neamade ye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hemberî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin meşandin, nirxên mirovahiyê parastin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke wek û demokratîk ava kirin lê gelek hêz ji ber berjewendiyên xwe yên ligel dewleta tirk naxwazin bi awayekî aşkera bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re danûstendinan çêkin. Lê êdî şermoke be jî şandeyên dîplomatîk yên ewropî bere xwe didin Bakûr û Rojhilatê Sûriyê. Ev ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gavên girîng in.
Aşkeraye ku cîhana li derveyî xêrnexwaz û dagirkerên Kurdistanê, êdî xwe ji bandor û têkiliyên qirêj yên dewleta tirk xelas bike. Lê heta niha bi wêrekî vê nakin. Ji aliyekî dewleta tirk ya di bin destê Erdogan bûye dewletek radîkal û Îxwan-Î Mislîmin li pêşiya wan hêzan heye. Ji aliyekî din jî li Bakûr û Rojhilat Sûriyeyê pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire heye. Wê pêşeroja gelan ji aliyekî berxwedana wan a demokrasiyê, ji aliyekî din hilbijartina cîhanê ya radîkalî yan demokrasî wê diyar bike. Yên li ber xwe bidin dê her bimînin.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ezîz Koyluoglu