QAMIŞLO – Bi daxuyaniyekê Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk ku tevahiya sazî û rêxistinên Ciwanan li Bakur û Rojhilatê sûriyê temsil dike pêngava “Ji bo têkbirina dagirkeriyê Serî Hilde” ragihand. Endamê Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk dagirkeriya dewleta tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û berxwedana gelê Başûr û çalakiya Ciwanan ya mertalên Zindî jî silav kir.
Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk di daxuyaniyê bal kişand ser giringiya Rêxistinbuyîna Ciwanan li tevahî Rojhilata Navîn li dijî dagirkeriyê dewleta tirk û pilansaziyên pêngavê eşerek kir.
Berfireha daxuyaniya Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk wiha ye:
“Weke Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk ku tevahiya sazî û rêxistinên ciwanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsil dike ji her demekê zêdetir xwe berpirsyarê Şoreşa ciwanan û gelê Sûriyê dibînin, dagirkeriya faşîst ya dewleta tirk çawa ku dijminê Şoreşa gelê Lîbya, Misir, Sûdan, Iraqê ye, ew dijminê Şoreşa gelê Sûriyê ye jî. Ev 9 salin dewleta tirk bi terora xwe û çeteyên xwe êrîşî gelê me dike û komkujiyan pêk tîne. Niha jî li Bakur, Başûr, Rojava li Sûriyê, Iraq, Lîbya û Misir êrîşan dagirkeriyê pêk tîne.
Ji ber wê pêwîste em bi hemleyekê berxwedanê ya mezin li dijî teror û dagirkeriya dewleta tirk bisekînin. Di heman demê de em bi vê yekê bawer dikin ku eger civakek û ciwanên wê xwe rêxistin nekin, ne dikarin behsa Şoreşekê bikin ne jî dikarin azad û demokratîk bijîn, û ne jî dikarin xweserî yan Netewa Demokratîk ava bikin. Li ser vî esasî ger em li rewşa ciwanên li Bakur Rojhilatê Sûriyê tamaşe bikin, em dibînin ku ciwan piranî bêrêxistinî ne, yanî ciwanên li Bakur Rojhilatê Sûriyê Xweseriya xwe ya Ciwanan a Demokratîk rêxistin nekirine. Ev yek jî li me hemleyekê ferz dike ku bi vê hemlê em Xweseriya Ciwanan a Demokratîk ava bikin.
Li ser van esasan em bi dirûşmeya “Ji bo têkbirina dagirkeriyê Serî Hilde” hemleya xwe ya demê îlan dikin. Hedefa hemleyê ewe ku em dagirkeriya faşîst ya tirk têk bibin. Sîstema komîn, meclisên ciwanan avabikin û Şoreşa tevahî gelê Sûriyê biserxînin.
Li ser vî esasî hinek pilansaziyên hemlê yê giring wiha ne;
• Li her deverê meş û çalakiyên cûr becûr li dijî dagirkeriya tirk pêk bên
• Çawa ku Ciwanên Başûr û Iraq piştgirî dan Şoreşa Rojava, dem hatiye ku em jî biçin piştgirî bidin wan û tevlî çalakiya mertalên zindî yên ciwanan li Qendîl û Bradost bibin.
• Anketa der barê ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbibe, ji bo ku rewşa ciwanan baştir bê fêmkirin û li gor wê nasnameya ciwanan derkeve holê.
• Kongreya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk pêk bê.
• Yekîtiya Werzîşê li ser asta Bakur Rojhilatê Sûriyê bi konferansekê bê damezrandin.
• Bajar bajar, gund gund, tax tax komîn û meclisên ciwanan bên avakirin.
Em wek Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bang li tevahiya Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku bi hemû hêza xwe, tevlî vê hemlê bikin û hemlê dewlemendtir bikin. Ev hemle hemleya biserxistina Şoreşa gele Sûriyê ye.
Em bang li Ciwanên Iraq, Lîbya, Misir, Sûdan, Tirkiye, û tevahî Ciwanên Rojhilata Navîn dikin ku li dijî dewleta tirk a dagirker ya ku dijminê tevahî Rojhilata Navîne rabin ser piyan!”