NAVENDA NÛÇEYAN – Komek ji Ciwanên Kurd ku xwe wek “Ciwanên Kurd ên bi hêrs” binav dike der barê çalakiyên xwe yên tolhildanê daxuyaniyek nivîsk weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
“Dewleta dagirker a tirk bi awayekî xwînxwarî êrîşî hemû nirxên Kurdistanî dike. Li ser navê Kurdistanê çi hebe êrîş dibe ser. Ger welatê me bi vî awayî tê dagirkirin, em wek Ciwanên Kurd li metropolên Tirkiyê nikarin beramberî van komkujiyên wahşî bêhîs bimînin. Ji bo vê em wek “CIWANÊN KURDISTANÊ ÊN BI HÊRS” em ê li her deverê li dijî êrîşên dagirkeriyê di nava çalakiyan debin.”
Çalakiyên Tolhildanê yên ku Ciwanên Kurd ên bi hêrs girtine ser xwe wiha ne:
– 8 Tîrmehê: Kargehek plastîkê ku li ser riya Edene-Mersin li ber senayiya Kuçuk Metalê ye derdora saet 16:00’an de hate şewitandin. Di vê çalakiya tolhildanê 3 kargeh bêkêr buye.
– 9 Tîrmehê: Di saetê evarî de li Edene Çukurovayê li kolana Torosê polîsek dagirker ê tirk di midûriyeta şaxa hêza çewîkê de hate hedef girtin. Polîsekî dagirker bîrîndar bûn.
– 10 Tîrmehê: Fabrîkayek paleta li Manîsa navçeya Yunusemre li kolana Muradiye hate şewitandin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de “Ciwanên Kurd ên bi hêrs” ev nirxandin kir:
“Li dijî dewleta dagirker a tirk ku êrîşî welatê me Kurdistanê dike, hemû çalakiyên tolhildanê em rewa dibînin û em ê ev rêbaz bikar binin. Em ê li dijî her êrîşek ku li ser welatê me Kurdistan pêk tê li metropolên Tirkiyê çalakiyên tolhildanê pêk binin û bersiv bidin êrîşên dagirker. Em wek “CIWANÊN KURDISTANÊ ÊN BI HÊRS” li beramberî şahadeta Welatparêz û Şoreşgerê mezin şehîd Helmet (Diyar Xerîb) bê bersiv namînin û em soz didin gel û ciwanên Kurdistanê ku em bi çalakiyên xwe ên tolhildanê têkoşîna şehîd Helmet bidin jiyankirin. Em bang li hemû Ciwanên Kurdistanê ên bi hêrs û rûmet dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê mafê xwe yê çalakiyên tolhildanê bikar binin. Bila Ciwanên Kurd bizanin ku her çalakiyek tolhildanê li dijî dagirkeriya tirk mafdar, rewa û di cih de ye. Pêwîste Ciwanên Kurdistanî di vê mijarê de yek kêlî jî guman jiyan neke. Eger çiyayên me her roj tên şewitandin û rûxandin, cihên dîrokî yên Kurdistanê bi zanebûn tên tunekirin, pêwîste em jî ji xwe re maf bibine çalakiyên tolhildanê li gorî bersivdayina êrîşan lidar bixin. Li ser vî esasî em cardin bang li hemû Ciwanên Kurdistanê dikin ku li cihê ew lê ne mafê xwe yên çalakiyên tolhildanê li dijî dagirkeriya tirk bikar binin.”