QAMIŞLO – Li taxa Wista ya bajarê Qamişlo wesayîtek bombebarkirî hate teqandin, tê gotin ku 12 kes birîndar bûne.
Îro saet 17:45 li taxa Wista ya bajarê Qamişlo li nêzî dêra Ezrayê wesayîtek bombebarkirî hate teqandin. Li gorî agahiyan 12 kes birîndar bûn û ziyanên mezin gihiştin cihê teqînê.
Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan, hate ragihandin ku rewşa birîndaran başe.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn dor li cihê teqînê girtin.