“Di rojên derbasbûyî da Tevgera Komelên Ciwan banga bîranîn û xwedîderketina li fermandarê pêşeng e ciwanan Baran Mawa yê ku wek şervanekî fedayî ê Stêrka Sor Elî Çîçek xebat dikir. Baran Mawa wek şervanekî can bexşane yê Stêrka Sor Elî Çîçek tevahî emrê xwe yê ciwantî ji bo azadiya gelê Kurd daye û bi vê baweriyê tevgeriyaye, erka fermandarî pêk aniye. Ji bo ku Ciwanên Kurd nasnameya îdeolojîk bistînin bi têkoşîneka bê hempa, di xebatê perwerdeya hezaran ciwanan cih girtiye. Hin dem ku Komelên Ciwan banga xwedîderketin û bîranîna şehîd Baran Mawa kir, di 5’ê Tîrmehê şehadeta welatparêz û şoreşgerek mezin hate ragihandin. Diyar Xerîb li Başûrê Kurdistan hatibû şehîdxistin. Ev şehadet wek agir û pêtî ket nav dile gelê Kurd.
Diyar Xerîb welatparêziya Kurdistanê ji kur ve dijiya, û bi vê sedeqatê tevdigeriya. Ji bo vê bi têkoşîna xwe ya Şoreşa 25 salî da, bê navber û bê dudilî ji bo ku her dem zanebûna welatparêzî bi pêşkeve bu xwedî têkoşîneke bê hempa û sekneka mezin nîşanda. Bi rihê ciwantî, bi dinamîzma ciwantî tevlî nava Tevgera Azadiyê bû, ji moral û coşa xwe tucar tawîz ne dida. Heman wek ên berî xwe her tim digot wê roj were Kurdistan azad bibe. Ji ber vê helwesta xwe her tim di nav gel de xebat dimeşand û wek militanê gelê xwe tevdigeriya, xebatê xwe bi vî awayî berdewam dikir. Di her fersendê de danî ziman ku li Başûrê Kurdistanê welatparêzî ne hesane û ji bo vê jî herdem pêwiste li hember dijmin têkoşîn bê kirin û berxwedan bê nîşandan. Zanebûn û kurbûna wi ya dîrokê bû sebeb ku rastiya gelê Kurdistanê baş bixwne. Li ser fedayitî û egîdiya gelê Kurd lehûrbûnê xwe zêde kir, jiyana wan yek bi yek di nirxand û hewlda ku bibe yek ji van. Bêguman yek ji wan jî bi zargotina gelê Başûr “Şêrê Kurdan” Mamê Rişê (Apê birih). Mamê Rişê di dîroka Kurdistan û di dîroka welatparêziya Başûrê Kurdistanê de vegereka balkêşe. Ji ber ku Mamê Rişê di temenê xwe yê biçûk da li hember dîktatoriya rejîma Baasê çek hilgirtiye û li hember şer kiriye, têkoşîn meşandiye. Ev têkoşîneka wusa buye ku wêneyê egîdiye xêz kiriye. Mamê Rişê hê di 14 saliya temenê xwe de çek daye destê xwe û pê bawerkiriye ku pişaftina Kurdistanê ancax bi paqişkirina mijarkeran pêkane. Wê demê gotiye ku riya azadiya gelê Kurd di devê guleya ku li singa dijmin dikeve da derbas dibe. Çekê wek amûra azadiyê bi kar aniye. Mamê Rişê di 14 salî ya xwe de bi vê têkoşîna xwe di demeke kin da li Başûrê Kurdistanê bû efsaneyeke çîroka mezin. Li gor vî temenê xwe yê biçûk jî,cli hember rejîma Baasê bi mezin û biçûk ket nav dehan pevçûnên giran di van pevçûnanda serkeftinên mezin bi dest xist. Her çend şerê ku ketêkê biserdiket, di van pevçûnan de 4 caran bîrîndar bû, lê dîsa ji bi baweriyake xurt li ber xwe dida, û zû bi zû bi paşve va gav nediavêt. Bi temamê ezayê laşe xwe dabû qebûl kirin ku ew ê bi guleya ku ji deve tivinga dijmin derketiye jiyana xwe ji dest nede. Her çend ku di pevçûnên li hember dijmin diket da dem bi dem bîrîndar dibû ji tiştê ku dijmin li bende ne dibû, kêfxwaşiya dijmin pêk ne dianî. Ji ber vê jî têkoşîna Mamê Rişê hêviyek mezin dida gelê Başûrê Kurdistanê. Kesên biyanî nasnavê “Şêrê Germiyan” û gelê Başûrê Kurdistanê nasnavê “Şêrê Kurdistanê” le danîbûn. Mamê Rişê yê gelê Kurd, ango Şêrê Kurdistanê di 25’ê Çile sala 1985’an de bi destê noker û ixanetkarekî bi bêbextane di kemînekê de hat şehîdxistin. Di tevahiya jiyana xwe de Mamê Rişê digot ez ê guleya dijmin neyêm kuştin û her wusan bû, lê belê bi deste xedrê û îxaneta bêbextane hat qetilkirin. Kurdistanê bi kevneşopiyeke wiha egîdên xwe û welatparêzê xwe qurbanî dane îxanetê. Bêguman nûner û temsilciyê herî dawîn ji ev egîdê bê hempa, ku ji singa gelê Başûrê Kurdistanê derketiye Diyar Xerîb ye.
Diyar Xerîb jî vekî Mamê Rişê emrê xwe yê ciwande îxanetê naskir, dewleta TC ya faşîst bi destê PDK’ê dixwazt dagirkeriyê ferz bike, li hemberî wan sala 1994’an kete xwe nav PKK’ê û cihê xwe nava têkoşînê de girt. Sala 1994’an heya niha taybetmendiyên xwe yê welatparêzî her dem derxistiye pêşiyê, ji bo felsefa Rêber APO bide jiyankirin ketiye nav şerekî dijwar de. Xwe ji nav malbateke hêjarde vekî hatîyî Başûrê Kurdistanê emrê xwe yê ciwande bûye şahîdê dîktatorîya Saddam Huseyîn. Ji ber vê her dem êşên gelê Başûrê Kurdistanê kur hest pê kiriye. Her dem jî wekî birînek xwîn dibe qirkirina Başûrê Kurdistanê dilê vê de cih girtîye. Ev êş pê zanîna dîrokî tevlîhevkiriyê nav têkoşînê daye serî de ser xeta îxanetê birêxistina netewî ji ser xwe erk diyar kiriye. Rastîya Têkoşîn û welatparêzî çawa gel hev dibin carek din me ji gel Diyar Xerîb dit.
Gelê welatparêz yê Kurdistanê ev Egîdî û kevneşopîya şoreşgeriyê weki pîvana welatparêzî dîtine. Bakurê Kurdistanê Şêx Seîd, Rojhilata Kurdistanê Simkoyê Şikak, Başûrê Kurdistanê Mamê Rişê û daviyê ji bi navê Diyar Xerîb pîvana welatparêzî derxistine holê. Gelê Kurdistanê her dem ji ber zarokê xwe yê egîd şerê welatparêzî ye dane. Û her dem netew ji zarokên xwe yê egîd xwedî derketine. Vê gavê pêşiya netewê me û ciwanan karekî din heye, ev jî xeta îxanetkaran li Kurdistanê têkbirine. Îro nûnerê îxaneta Kurdistanê ya dawiyê xeta PDK’ê ye, pêwîste gel û ciwan ji 7’an heya 70’yan li her derê rabin berxwedanê. Bi taybetî ciwanên Kurdistanê ye egîd pêwîste ji ber vê îxaneta malbata Barzanî rabin. Berê xwe bizîvirînin riya van egîdan. Ciwanên Kurdistanê wê heman demê de dikarin dîroka şoreşgerên welatparêz re bibin bersiv. Lê belê wiha dikarin Barzaniyê îxanetkar û xeta PDK’ê têkbibin. Berxwadana gerîlla û navnîşana têkoşînê diyar e. Gerek tevahî ciwanên Kurdistanê şerê Xakurkê de cihê xwe bigirin û îxaneta PDK’ê têkbibin. Erka ciwanên Kurdistanê ya rast îro ev e. Hemû tiştên dervê vê kîtkîtin. Haydê, haydê ciwan’no em bera xwe bidin çiyayê ku di oxira wê de Diyar Xerîb, Mamê Rişê û Baran Mawa şehîd ketine…
NC/Andok ÖZGÜR