BEHDÎNAN – Duh saet 09.00’an bi koordînayên ku balafirên keşfê yên Îranê dane, artêşa dagirker a Îranê û Tirk bi obûs, hewan û katûşa li herêmên Bradost û Balakatî dan.
Di encama bombekirinê de şewat derket, gundiyan hewl da ku şewatê bitefînin lê qadeke bi sedan hektarî, bi hezara dar û ber bûne xwelî.
Her wiha êrîş çû ser gundên li derdora Sîdekan a Hewlêrê jî û diyar nebû bê ka di encamê de welatî şehîd bûne yan na, lê şewat û bombekirin tevahiya rojê dom kir.