Hesekê – Li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yekemîn kongreya Meclisa Ciwanên MSD`ê bi dirûşmeya “Bi rêxistin û yekîtiya li ser pîvanên şoreşê Sûriyê dê rizgar bibe” dest pê kir. Destpêkê dîwana kongreyê ku ji 5 kesan pêk hat û nûnertiya hemû ciwanên Sûriyê yên ji hemû bajaran dikin, hat hilbijartin.
500 endamên Meclisa Ciwanên MSD`ê ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ciwanên partiyên siyasî, ciwanên ji parêzgeha Siwêda, Humis, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk Gebrayîl Şamûn, Fîdan Xelîl, ji Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat, hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso, her wiha hejmarek ji nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûne.
Li cihê kongreyê pankartên “Bi hêz û fikrên ciwanan em ê faşîzma Tirkiyê têk bibin, dagirkeriya navdewletî li ser Sûriyê têk bibin”, “Ciwanên azad û birêxistinkirî mîsogeriya jiyana azad û demokratîk in” û “Projaya neteweya demokratîk ku ji aliyê rêber Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, çareseriya herî baş ji aloziya Sûriyê re ye” hatine daliqandin.
Di kongreyê de endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî û lidarxistina kongreya yekemîn li tevahî ciwanên Sûriyê ku armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk û nemerkezî ye, pîroz kir.
Aldar Xelîl di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ev kongre di pêvajoyeke hesas de ku Sûriye û gelê wê tê re derbas dibin, tê lidarxistin.”
Aldar Xelîl di axaftina xwe de îşaret bi rola ciwanan a sereke kir û wiha got: “Ji vê derê ji avakirina rêveberiyên xweser, di aliyê leşkerî, komîn û berxwedana ku li ser asta cîhanê ji Kobanê heta Baxozê hat kirin, hemû bi saya ciwanan bû.”
Di kongreyê de dê raporên salane yên meclisê werin xwendin û der barê rêziknameya meclisê de dê nîqaş û pêşniyarên ji bo guhertinê werin kirin.
1’emîn Kongreya Meclisa Ciwanên MSD’ê berdewam dike…..