HESEKÊ – Ji Komalên Ciwan peyam ji bo 1’emîn Kongreya Meclisa Ciwanên MSD’ê a ku li bajarê Hesekê bi dirûşma “Bi rêxistin û yekîtiya li ser pîvanên şoreşê, Sûriye dê rizgar bibe” hatiye li darxistin.
Hevalên Hêja:
“Destpêkê em wek Komalên Ciwan ji Çiyayên Azad ên Kurdistanê bi rêzdarî silavên xwe ji we Hevalên hêja re dişînin. Di pêvajoyek wiha de lidar xistina Kongreya we em bi wate dibînin û hemû Hevalên Ciwan ku beşdarbûne pîroz dikin. Em bi hestên xwe ên Şoreşgerî bibawerîn ku ev Kongreya wûn lidar dixînin wê bi bîryardayinek xurt bi encam bibe.
Di pêvajoyeke wiha de ku em dikevin 9’emîn salverga Şoreşa Rojava wê bîryarê ku di Kongreyê de bên stendin bibe wesîleya pêk anîna xeyalên hezaran şehîdan. Em dizanin ku hêzên derve yên dixwazin axa me li gorî xwe şekil bike komkujiyên ku di dîrokê de mînakê wê tune pêk tinin. Bi milyonan gelê me di vî Şerî de bedel dane, welatê xwe bernedane û li dijî hêzên derve hertim berxwedaniyek bêhempa nîşandaye. Bingeha vê jî, di dîrokê ji têkiliyên civakan yên xurt tê. Hêzên desthilatdar li ser erdegariya me dixwaztin ev têkiliyên civakan lawaz bike û wiha desthilatdariya rewa bike. Li dijî wan êrîşên derveyî em wek Tevgera Ciwanan ew hêz û bîryardariya şikandina wan lîstokên qirêj, yên li ser erdegariya me pêk tên, di xwe de dibînin. Ji ber vê jî Rêberê me Serok APO bi salane bi kedek mezin û di bin tecrîda girankirî paradîgma sistemek ku ji bo me buye model afirandiye. Ji ber sîstemên desthilatdar yên heyî bixwe nexweşîne. Ev sîstemên desthilatdar çareseriyekê biafrînin jî ew ê tenê demkî be û ev çareserî wê bi xwe jî nexweşî be. Em wiha hêvî dikin ku wûn ê jî ji bo Sûriyek Azad û Demokratîk bi paradîgma Rêbertî ya ku ji bo herêmê afirandiye, di çarçoveya vê de biçin bîryardariya înşaayê, ji bo avakirina vê sîstema nû. Paradîgma Demokratîk-Ekolojîk û Azadîxwaziya Jin ji bo gelê herêmê sîstem herî guncave. Bêguman wûn ê jî, ji bo Sûriyek Demokratîk û Azad di xebatê xwe de ev sîstem esas bigrin.
Biqasî jiyanê giringe ku dîsa ji bo înşaakirina Sûriyek Demokratîk û Azad Tevgera Ciwanan hin bi awayekî aktîf xebatan bimeşine, xwe perwerde bike, bi pirsgirêkên civakê re eleqedar bibe. Ji Perwerdê heta Rêxistinkirine, ji Parastina Cewherî heta Aboriyê û di xebatên Çandê de Ciwan çiqasî rola pêşengtî bilîze, wê ewqasî înşaaya Sûriyek Demokratîk û Azad pêk were. Pêwîste wûn bizanin ev Kongreya ku wûn lidar dixin ji bo înşaaya Sûriyek Demokratîk û Azad hêviyeke. Bi vê wesileyê em dîsa ji tevahî hevalan re di hemû xebatên wan ên şoreşgerî de serkeftinê dixwazin. Em ji niha ve bîryarê ku wûn ê di kongreyê de bistînin li hemû beşdarvanan û gelê me pîroz dikin.