ENQERE – Xwendekarên ODTU’yê bi şîara “Kok banga bexwedanê dikin” ji bo meşa ku dê sibê li dar bixin, banga tevlîbûnê kirin.
Li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) birîna darên li qada hewran ku bê berdêl ji bo 49 salan dewrî Saziya Wargeh û Krediyê (KYK) hatibû kirin, rastî berteka xwendekaran hatibû. Li ser bertekên xwendekaran û saziyên civakî yên sivîl, birîna daran hatibû rawestandin, lê ligel ku derketiye holê ku înşaeta tê çêkirin bê ruxsat e jî têkildarî mijarê hê daxuyaniyek nehatiye dayîn. Xwendekarên ku li dijî çêkirina wargeha KYK’ê ya di nav ODTU’yê de ne û daxwaz dikin ku polis ji zanîngehê derkevin, dê sibê bi şîara “Kok banga bexwedanê dikin” bi beşdariya akademîsyenan, mezûnên ODTU’yê, rêxistin civakî yên sivîl, sendîka û odeyan meşek li dar bixin.
‘TU JÎ BÊ’
Beriya meşa ku tê payîn dê ji her çar aliyên welat beşdarbûnê çêbibe, girse saet di 16.00’an de li ber deriyê A4 li hev kom bibe. Meş dê saet 16.30’an de li pêşiya Wargeha Pêncemîn dest pê bike û heta qada hewran berdewam bike. Piştî meşê de tevahiya şevê çalakiyên cûda bên lidarxistin. Înîsiyatîfa Xwendekaran ku piştî nobeta xwe ya 55 rojan ji aliyê polisan ve ji qada hewran hatin derxistin û niha çalakiya xwe li hemberî înşaeta wargehê didomîne ji bo meşa ku dê bê lidarxistin banga beşdarbûnê kirin. Înîsiyatîfê di daxuyaniye xwe de ji bo beşdarbûnê diyar kir ku kok banga berxwedanê dikin û tu jî bê.”