QENDÎL – 5’ê Tîrmehê Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb, Murd Gûndûz (Devran( û Abdûlkadîr Aslan (Şahîn Dîcle) di encama êrîşa balafirên Tirk de şehîd bûbûn. Duh ji li şehîdgeha Mehmed Karasû ya li Binarê ji aliyê deh hezaran kes ve bi merasîmeke bi heybet hatin bîranîn.
Gelê Başûr ji bo şehîdê xwe yê pêşeng û şoreşger Diyar Xerîb seferbû û bi berbanga sibehê re ketin ser rê. Mîna têkoşîna Diyar Xerîb, rê jî dûdirêj bû. Gelê Başûr ji bo wefadariya xwe ji bo têkoşîna Diyar Xerîb a 25 salan bidin nîşan, duh hemû karên xwe dan aliyek û berê xwe dan Qendîlê. Jin reş girêdan û şerîtên reş li dora serê xwe gerandin û wêneyên Xerî li aliyê çepê yê gomlekê xwe vekirin. Cilên Kurdî li zarokên xwe kirin û wesayît jî bi wêneyên Diyar Xerîb ên bi ala PKK’ê hatin xemilandin. Ji ber di rê de girse tevlî karwanê ji bo Diyar Xerîb dibûn, gelek pas hatin girtin. Roj roja Diyar Xerîb bû, roja xwedî derketina li têkoşîn, berxwedan û hêviyên wî bû.
Peyama gel zelal bû
Pyema gelê Başûr a li dijî dagirkeran, hevkarên wan û nokeran zelal bû, wê gav bi paşde ne avêjin. Bi beşdariya xwe ragihandin ku ew xwedî li têkoşîna Xerîb û hevalên wî derkevin. Girse li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bihêrs bûn. Lê ne tenê li hember dewleta Tirk a dagirker bihêrsbûn, li hember hikûmeta herêmê ku ti helwestek li dijî dagirkeriya Tirk nade jî bihêrsbûn. Daxwaza sereke ya gel ewe ku hikûmet helwest nîşana dagirkeriya Tirk bide.
Bi kursiya xwe ya bi teker tevlî merasî bû
Welatiyên ji bajarên cûda yên Baaşûr ketibûn rê, saet 11.00 li Raperîn kom bûn. Kom bi kom gihîştin Raperîn û pêşwazî li komên nû hatin kirin. Îbrahîm Remoyê 22 salî yê astengdar jî ji ber gelek ji Diyar Xerîb hez dike û bi şahadeta wî bandor bûye, bi kursiya xwe ya bi teker ji Bazyanê berê xwe daye Qendîlê. Îbrahîm Remo kursiya xwe bi posterên Ocalan û Xerîb xemilandibû û ji ber şahadetê xemgîn û bihêrs bûn. Girseya ku li Raperîn kom bûn, di derdora saet 12.00’an de bi sedan wesayîtan berê xwe dan Binarê Qendîlê ku Xerîb û hevalên wî li wir şehîd bûbûn. Di rê de bênavber dirûşmên, “Helmet Namire”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
Bi meşê ketin şehîdgehê
Beriya bigihijin şehîdgeha Mehmed Karasûngur bi dûriya 5 kîlometreyan girse ji wesayîtên xwe daketin û dest bi meşê kriin. Bi sedan wêne û posterên Ocalan, Diyar Xerîb, şehîd Dewran, Viyan Soran, Dr Sîrwan û şehîdan hatin hildan. Pankart hatin rakirin, gulên spî û sor ji bo deynin ser gorên şehîdan hatin rakirin.
Hêrsa girseyê ya li dijî şehîdkirina Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên bi dirûşmên di meşê de avêtin xwe dida nîşan. Çiya û zinarên Qendîlê bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namire”, “Helmet Namire”, “Bimre xiyanet”, “Bimre dagirkerî” hejiya. Di refên pêş ên meşê de du xwişkên Diyar Xerîb û biryarê wî cih girt. Dayîka Xerîb ji ber rewşa xwe ya tendûristiyê bi wesayîtê gihandin şehîdgehê.
Ji Bakur, Rojava û Rojhilat jî hejmareke zêde ya welatiyan û ciwanên Enternasyonalîst ên ji Ewrûpayê jî hatibûn, beşdarê merasîbûn. Gelê Başûr û yên Bakur, Rojava û Rojhilat li dijî dagirkeriya Tirk, bêdengiya hikûmet û parlementoya Başûr hêrsa xwe vegotin û daxwaza rawestindina êrîşan û hevkariya li gel Tirkiyê hate kirin.
Girseya ku meşiyan dema gihîştin şehîdgehê û li ser gora Xerîb û hevalên wî kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Dema dayîka şehîd Xerîb çû ser gorê rondik ji çavê jin, zarok, dost û hevalên wî barî. Hezkirina gel a ji bo Diyar Xerîb di van dîmenên şehîdgehê de pir zelal xwe dida nîşan. Gul danîn li ser mezarê Xerîb û şehîdan.
Li ser goristanê helbesteke loristanî hate xwendin
Dayîk û xwişka Diyar Xerîb li ser gorê şîn girêdan. Dem dirêj malbat li dora goristanê civiyan. Welatiyek yê ji herêma Loristan a Rojhilatê Kurdistanê hatibû, li ser gora Xerîb helbesteke bi bandor xwend û bandoreke mezin li ser girseyê çêkir. Herkes yek bi yek mezarê Xerîb û hevalên wî ziyaret kirin.
Peyama tolhildanê û yekrêziya Kurd
Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdan re li gel sirûda netewî ‘Ey Reqîp’ destpê kir. Di merasîmê de peyama Konseya Serokatiya KCK’ê, Hevserokatiya KCK’ê, Meclîsa Navendî ya PKK’ê, Tevgera Azadî, Melayên Başûr, malbat û hevalên wê hate xwendin. Di peyaman de hate gotin, “Daxwaza sereke ya Diyar Xerîb pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd bû, ji bo vê wê têkoşîna sereke ji bo vêya were dayîn.”
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat jî diyar kir ewê ne tenê tawanbar û nokeran ceza bikin, ewê bi rêya têkoşîna îdeolojîk, siyasî, civakî û rêxistinî tola şehîd Helmet hilînin û destûrê nedin Kurdistan dibin dagirkeriya Tirk de bimîne.
PKK jî diyar bang li hemû beşên civaka Başûrê Kurdistanê kir ku bi yek dengî li dijî dagirkeriyê derkevin û rêya têkoşînê ya Xerîb bişopînin.
Birayê Xerîb Dr. Rizgar Xerîb jî bi navê malbatê axivî û got, “Heval Diyar tenê ewladê mala me nebû. 25 sal ji bo tevahî gelê Kurd têkoşiya. Ji bo azadî, serkeftin û yekîtiya gelê xwe jiyan kir. Em jî weke malbata şehîd Helmet, emê ji bo pêkanîna hemû armanc û xeyalên şehîdên xwe yên ji bo Kurdistaneke azad, têbikoşin.
Piştî peyaman, bihezaran kes li ser gora Xerîb kom bûn û soza domandin û bilindkirina ala têkoşînê ya Diyar Xerîb dan û xatirê xwe ji tevahî şehîdan xwestin, ref bi ref ji şehîdgehê derketin.