AMED – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.
Daxuyaniya KCD’ê wiha ye;
“Îro salvegera 37’emîn a 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin e ya ku di dîroka têkoşîna azadiyê de cihekî girîng digire. Di 37’emîn salvegera ev berxwedana dîrokî de careke din di şexsê berxwedêrên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de hemû berxwedêrên zindanan û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.
Pergala faşîst a 12’ê Îlonê bi polîtîkaya tunekirin û êrîşên dijwar a li hemberî hemû muxalefet, demokrat-şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê dabû destpêkirin hewl da muxalefeta civakî û bi taybetî jî têkoşîna azadiya gelê kurd bi temamî tune bike.
Operasyonên bi vê armancê dabûn destpêkirin bi de hezaran welatparêz, demokrat û şoreşger destgîr kirin û piştî êşkenceyên hovane wan girtin. Di zindanan de jî bi êşkeceya hovane xwestin wan teslîm bigirin.
Dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê projeya ku bi êşkence û çewisandinê civakek yektîp ava bike bû. Ligel ku di ser vê de 37 sal derbasbûne jî di roja me de AKP xwedî li dîktatoriya ev pergala faşîst a 12’ê Îlonê avakiriye derket, her kesên ku wekî wê nafikire dijmin dibîne û hewl dide wan tune û tasfiye bike.
Armanca stratejîk a dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê ew bû ku di şexsê kadroyên PKK’ê, Kurdperwer û demokratên Kurd ên li zindanên Kurdistanê de radigirt, gelê kurd û têkoşîna azadiyê tune bike.
Li cihê ku êşkence û berxwedan lê geş bû Zindana Amedê bû. Ji ber ku pêşengên têkoşîna azadiyê di Zindana Amedê de dihatin ragirtin, di aliyê civakî, siyasî, têkoşîn û berxwedana dîrokî de Zindana Amedê cihekî girîng bû û pêşengiya valaderxistina polîtîkayên xiyanet û teslimiyetê kir.
Kadroyên PKK’ê û kurdperwerên di Zindana Amedê de dihatin ragirtin şahidiya êşkenceya hovane û pêkanînên dermirovahî kirin. Bi êşkenceyên hovane re polîtîkaya “îtirafkariyê” li ser wan ferz kirin û xwestin vê yekê bi xiyanet û teslîmkariyê bi encam bikin.
Di şert û mercên darbeya 12’ê Îlonê de hemû muxalefeta demokratîk-civakî bi çewisandinê hatibû bêdengkirin de bi pêşengiya Berxwedana Zindana Amedê li zindanan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê ya diktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê vala derxist, bi vê re hemû zînde û muxalefeta demokratîk a neteweyî bêhnek girt, wêrekî û xwebaweriyek hat wê û bi rabûna ser piyan ket nava liv û tevgerê.
Meşaleya berxwedanê ya lehengê mezin Mazlum Dogan ê ku bi 3 darikên niftikê agirê Newroza 1982’an geş bû, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, û Eşref Anyik ê di 17’ê gulana 1982’an de bi Agirê Çaran ev berxwedan dewr girtin û bi Berxwedana Rojiya Mezin a k udi 14’ê Tîrmeha 1982’an de ji hêla şoreşgerên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi serfiraziyê tacîdar kirin. Ev berxwedan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê têk bir û bi awayekî ku careke din venegere şand sergoya dîrokê.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku li zindanan dest pê kir pêl bi pêl li erdnîgariya Kurdistanê belav bû û ji hêla gel ve hat qebûlkirin. Ev yek ji bo gel bû mîladek.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê; bûye çand, felsefeya jiyanê, dîsîplîn û refleksa serkeftinê ya civakê. Ev yek civaka Kurdistanê û têkoşîna azadiyê serwer kir û anî asta ku her tim bijî.
Hemû tarîtî, tirs, bêhevî û bêbaweriyê ji holê rakir, beramberî vê yekê mîzginiya rojên xweş û geş daye, ji îradeya serkeftin, wêrekî, biryarbûn, hêvî, fedakariya re pêşengî kir û bû navê têkoşîna li dijî xiyanet û teslîmkariyê.
Îro ji ew şert û mercên ku têkoşîna azadiyê û gelê me bi înkarê, tunehesibandin, tasfiye û îmhayê re rû bir û mabûn derketiye; bûye hêza zînde ya ku mirovahî bi çavekî mezin lê dinêre û bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Her wiha hatiye asta ku bibe xwedî statu. Îro li Rojava li hemberî pergala dagirker-kapîtalîst pergala demokratîka ava dike û ev yek pêk aniye . Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê di vê yekê de diyarker e.
Bi vê bîr û baweriyê, em bi minêtdarî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Baweriya me ya azadî û serkeftinê ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşengiya wê bêdawî ye û biryadariya xwe ya di vê derbarê de tînin ziman.”