NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildanê yên Yekbûyî ya Gelan (HBÎM) bi daxuyaniyekê çalakiya sabotajê ku di 12’ê Tîrmehê li navçeya Mugla Bodrûmê li 2 noxteyên cuda şewat rû dabû berpirsyartiya wê girt ser xwe.
HBÎM di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
“Dewleta t.c li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê şerê topyekûn ê tunekirine û polîtîkayên tunehesibandinê didomine. Dewleta dagirker bi hemû rêbazên qirêj, bi şerê qirêj coxrafya, darîstan û destên Kurdistanê didin ber agir û hemû nirxên mirovatiyê dixe bin linga ji bo ku vî şerê xwe biser bixe. Hêzên navnetewî li hemberî van kiryarên dewleta dagirker a tirk bêdeng dimine û piştgirî dide rejîma tirk. Me di daxuyaniyê xwe de gelek caran hêzên navnetewî û dewleta dagirker a tirk hişyar kir, lê wan guh neda wan hişyara û talankirina axa Kurdistan û xwezaya wê domandin.
“Em ê bi zimanê ew kesên ku xwezaya Kurdistanê qetil dike bersiv didin wan”
Em jî li dijî wan komkujiyan û êrîşên faşîzane çalakiyê xwe didomînin. Em ji vir de dîsa tûrîstên ku piştgirî didin aboriya dewleta tirk a dagirker hişyar dikin, Tirkiye ne cihekî ewleh e, û nabe cihekî ewleh ji bo tûrîstan.Ji niha û pev herêmê tûrîzmê û kesên ku xwezaya Kurdistanê qetil dike wê bibe armanca çalakiyên me. Em ê bi zimanê ew kesên ku xwezaya Kurdistanê qetil dike bersiv didin wan. Bi agir lelîzin, ev agir wê metropol û herêmê tûrîzmê bişewitîne!”
Di daxuyaniyê de çalakiya sabotajê ku di 12’ê Tîrmehê li navçeya Mugla Bodrûmê li 2 noxteyên cuda şewat rû dabû, HBÎM berpirsyartiya wê girt ser xwe. Di herdû çalakiyan de bi hezaran donim erd şewitiye. Tê gotin ku dewleta dagirker bi hemû derfetên xwe nikaribû agir bitefine, û agir gihiştiye herêmê tûrîstan. Li gorî agahiyan gelek otel hatine valakirin û ketina cihê tûrîstîk ji bo demekê hatibû qedexekirin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Çalakiyên ku me pêk anîn ji milê dewletê û medyaya wê tê veşartin. Bi van çalakiyan derbên giran li tûrîzmê hate xistin. Em dibejin heta ku komkujî û êrîşên li ser Kurdistanê bidawî nebin wê çalakiyên me hin xurttir bidomin. Heta êrîş hebin wê metropolên Tirkiyê rehet nikarî bin rûnê. Em jiyanê ji bo ew kesên ku xwezaya Kurdistanê talan dike bike dojeh.”