NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) der barê çalakiyê de daxuyaniyek niviskî weşand.
Daxuyaniya HRE‘yê wiha ye;
Di daxuyaniyê de hate gotin çalakiyek hêzên wan bê navber li dijî leşker û terorîstên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ya li Efrîn û herêmên derdora wê bicîh bûne didomîn in.
“Di dîroka 12ê Tîrmehê de hêzên me li gundê Hizwan yê girêdayî herêma Babê çalakiyeke li dijî baregeh û stargehên komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di encama çalakî û pêvçûnên dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de rû da, 7 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me dest danîn li ser dûrbînekî şevê ya artêşa Tirk a dagirker, çekek AK-47 kalaşnikof û telefonekî çeteyan.”
Çeteyên ku hatine kuştin endamên van koma ne: koma çete ya Sultan Murad, Tevgera Ehrar El Şam û El Cebha El Şamiyê.”