KEMAL PÎR
Hevalê Kemal ji Deryayareş Gumuşxaneyê bû. Li Enqerê fakulteya erdnîgarî ya ziman û dîrok xwendibû. Hevalekî heya dawî fedakare. Li cem hevalê Kemal axaftina na tine bû. Di nava Tevgera Azadiya Kurd de kadroyeke pêşeng e.
Kemal Pîr beriya têkeve Zindana Amede du caran ji girtîgehe firar dike, şexsiyetekî têkoşer û girêdayî azadiyê ye. Di çalakiya rojiya mirinê de Kemal Pîr moraleke mezin dide hevalen xwe, tevî ku di çalakiye de çavên wî kor dibin jî ji coş û morala xwe tiştekî winda nake. Di çalakiyê de pîvanên xwe diparêze û asta wê bilindtir dike û ji bo îdealên xwe ya azadiya gelê Kurd bi gotina; “em ewqas ji jiyane hezdikin ku em dikarin di oxira wê de bimirin jî” dide diyar kirin.
Rêheval Kemal Pîr li ser mirovan bandorek gelek mezin yê erênî ava dike. Rêberekê ku di kesayetiya xwe de fikrê şoreşgertî ya herê kûr temsîl dike, coş û hêza vê di kesayetiya xwe de dide diyar kirin. Girse li pey xwe ve dikşîne. Ango çawa ku birdoziya serbixwe di her bajarên Kurdistanê de, navçeyên wê de, gund, taxên wê de zorleme dike û fikrên ronî ve dike, rêheval Kemal Pîr jî yek ji wan kesên ku vê fikrê radike, hewildide her mirovê nas bike û ji wan re coşa ku doza xwe bi xwe rêvebibin dida jiyan kirin. Rêheval Kemal Pîr digot; “me xwast em qanî bikin. Ger ev sê seat be sê seat, na sêsed seat be sêsed seatê de qanî dibe me sêsed seat pêre mijûl bû. ji bo ku mirov bi me re tevger bikin em mijûl dibin.” Rêheval Kevam Pîr bi van gotinên xwe dide diyar kirin ku di Kurdistanê de xebatên şoreşgerî çawa tê meşandin.
Her çiqasî rêheval Kemal Pîr roja ku ketiye zîndanê heya şehîd ketiye jî bi fermî di nava rêveberiyê de cihê xwe negirti be jî lê bi sekna xwe, helwestên xwe re her tim di nava tevgerê debû, her tim bandor dikir, rêxistin dikir, rêzdariya xwe ya şoreşgertî û otorîteya xwe pêktanî. Di vê aliyên xweve bersivên herê rast daye pirsên weke şoreşgerek kî ye, sosyalîst çawanin, şervanên gelekê çawanin. Ji ber di şexsê rêheval Kemal Pîr de gelek zelal dihat dîtin.
Rêheval Kemal Pîr jî weke me mirov bû. Weke mirovek ji tu kesê cûda nîn bû. Lê belê di zanabûna erkên xwede bû û mirovekê zana yê ku pêkanîna van erkên xwe de bû. ji bo vê jî rêheval Kemal Pîr her roj xwe ji nû ve avadikir, her roj berpirsiyartiyên xwe yên şoreşgertî tanî bîra xwe û bi vê zanabûnê re xwe berbi şoreşgerekî mezin ve dibir. Taybetmendiyê bingehîn yê rêheval Kemal Pîr jî gelek zindî, çalak û her çirk ji bo şoreşê di nirxand. Li kêleka vê jî dixwazî erk jê re were dayîn, ya jî neyê dayîn her tim zanabûna erkên xwe de bû, wê çi bike baş dizanî û şoreşgerek bû. Ji bo wê zêde wateyê yetkî û mevkî nîn bû. Ji ber ew weke şoreşgerek dizanî ku ji bo çi yetkîliye. Li gor rêheval Kemal Pîr zehmetiyên ku neyê derbas kirin nîn bû. Di vê aliyê de di hestên wê de, fikrên wê de tiştekê “nabe” nîn bû. Ji bo vê yekê ye ku Sertokatî her tim mînaka rêheval Kemal Pîr dide û dibêje; “di nava we de Kemal Pîrek nîne?” Ji bo vê yekê ye ku em ji xwe re pîvan û ruhê rêheval Kemal Pîr esas bigrin û xwe bi vê awayî bi pîvin û li gor pîvanên rêheval Kemal Pîr xwe binirxînin û li hember kêmasiyên xwe têkoşîn bidin.
Rêheval Kemal Pîr di encamê komplode cara yekem sala 1977’an de di bin şopandina kontrgerîla de 3’ê Hezîranê de li ser sîlahê kê li Enqerê tê girtin. Di girtîgeha Enqere, Ordu-Ulubey de ma. Ji girtîgeha Ulubey di reve û ji nû ve bidest erka xwe dike û bi awayekê çalak xebat dide meşandin. Cara duyem jî 8’ê Berfanberê sala 1978’an de li Pazarciqê tê girtin. Rûxmê ku li ser nasnameya sexte jî heye û neyar dizane ku Kemal Pîre jî lê navê xwe qebul nake. Rêheval Kemal Pîr gelek îşkenceyên giran re rû bi rû di mîne lê ji bo vê dibêje; “neyar li ser me her cûrên îşkenceyan dike û êrîşê nirxên me yên pîroz kirinê de xwe azad dibîne, lê em şoreşger jî di berxwedaniya xwe de azadin. Tenê ji bo seatek jî ma be ezê neyar bidim mijûl kirin û ezê navê xwe qebûl nekim.” Piştê ku li Pazarciqê tê girtin dibin girtîgeha Adana. Rêheval Kemal Pîr li vir dike weke dibistan. Bi semînerên ku dane, bi faliyetên perwerdê re zanabûna rizgariya netewî li vir jî hewildide bide fêm kirin. Yek kêliyê xwe jî vale derbas nake û Rêbertiya xwe li vir jî daye diyarkirin. Rêheval Kemal Pîr demek şûn de ji girtîgeha Rihayê bi komekê girtî digre gel xwe û di revin.
Rêheval Kemal Pîr di girtîgehê de ji girtiyên adî heya her kesê re eleqedar dibe û hewildide ku wan li hember nîzama wan rake. Rêheval Kemal Pîr weke çemekê ku tu bendan nasneke bû. Dema rêheval Kemal Pîr ji girtîgehê di reve rûxmê ku dizane dewlet ji bo ku wê îmha bike li her deran lê digere lê cardin bi çalak li ser erkên xwe disekinî. Di vê pêvajoyê de di nava têkoşîna li hember çeteyên feodal-komprador de cihê xwe di gelek qadan de girt. Sala 1979’an de taxtîka ku PKK tevahî kadroyên xwe vegerîne derveyê welat rêheval Kemal Pîr jî di vê taxtîkê ve girêdayî di mîne û di wan salan de diçe kampên Fîlîstîn-Lûbnanê. Bi grubêkê hevalên xwe re li ser xeta leşkerî ya têkoşîna netewa Kurd xebat da meşandin. Bi xwe li ser perwerdeyên siyasî û leşkerî yê gruba ku pêreye disekine.
Rêheval Kemal Pîr di derveyê welat de xwe di aliyê siyasî û leşkerî de kûr dike û ji nû ve di vegere welat. Ji bo ku xebatekê li gor şertan bide meşandin di asta navendî de erk digre û salên 1980’an de di şertên herê zehmet de tevahiya welat geriya ye û pirsgirêkên herêman re ji nêzde eleqedar dibe. Di heman demê de hewildaye ku di aliyê siyasî-leşkerî de planek derbêxe. Demekê ku di nava ewqasî xebatan de payîza sala 1980’an de di encamê bêşansiyekê de rêheval Kemal Pîr tê girtin û di bin girtîgeha Amedê.
Rûxmê ku bi xwe Tirk bû lê ji bo gelê Kurd berxwedaniyê di asta jor de bilind kirin deshilatdaran matmayî hiştiye. Neyar ji bo ku rêheval Kemal Pîr radest bigre gelek bi pergal û bi rêbazên cûda yên îşkence li ser rêheval Kemal Pîr bikartîne. Rêheval Kemal Pîr ya ku ji hevalên xwe re bûye çavkaniya morelê û rûxmê ku nikare xwe li ser linga bigre jî ji heybeta xwe tu tiştekê winda nake. Her wiha rêheval Kemal Pîr dibe çavkaniya tirsa îşkenceciya. Gava dadgeh vedibe rêheval Kemal Pîr beşdarê gelek dozan dibe û bi hêzekî mezin jî parastina siyasî kiriye û pergalê mehkum kiriye. Ji bo vê nêzîkatiyên xwe ji bo tevahî hevalên xwe bûye mînak cesaret daye dilê herê bê cesaret jî û bûye çavkaniya baweriyê. Dadgeh gelek ser heval Kemal Pîr de diçe û dixwazin hen sucan bikin malê wê ji bo vê rêheval Kemal Pîr dibêje; “ez di wê qinyatê de me ku cezayê hûn bidin min ji bo min ne giringe. Ji ber ku ez dizanim cezayê hûn bidin min siyasî ye, ev jî ji bo min şerefeke.” Rêheval Kemal Pîr bi van gotinên xwe yên dîrokî re baweriya xwe ya li hember doza xwe dide diyar kirin.
MEHMET XEYRÎ DURMUŞ
Rêheval Xeyrî Durmuş di nava tevgerê de bi berpirsyariya xwe ve te nasîn. Ji Çewlikê ye û di nava hevalên xwe de bi navê “Doktor” tê nasîn. Rêheval Mehmet Xeyrî Durmuş her daîm seknekê îdeolojîk nîşan dide. Pêşengiya çalakiya 14’e Tîrmehê dike ji plankirine heta îlankirina çalakiyê ala peşengiyê di şexse wî de billind dibe. Kesayetekî bi rexistinî ye di pevajoya girtîgehê de fikara wî ya herî mezin parastina rexistinê û rewakirina rexistinê ye.Rêheval Mehmet Xeyrî Durmuş rojên xwe yê dawî ku ber bi şahadetê de ye wasiyet dike û dibeje; “li ser gora min ji gele xwe re deyndar e binivsînin.” Tevî ku bê hesap û fikar têdikoşe jî lê dîsa jî xwe li hemberî gelê xwe deyndar hîs dike. Ji bo azadiya gele xwe bê fikar xwe feda dike.
Rêheval Mehmet Xeyrî Durmuş di dadgehê de van gotinan dibêje; “ez endamê Partiya Karkerên Kurdistan ya ku pêşengtiyê ji serbixwebûna Kurdistan û demokrasiyê re dike. Ji destpêkê heya niha ez di xebatan de cihê xwe digrim. Di qonaxa grup de ez beşdarê xebatên wan bûm. Pêvajoya partîbûnê de jî ez bi fîlî tevlê xebatan bûm û beşdarê civîna sazîbûnê bûm. Piştê wê jî ez ji bo Komîteya Navendî a Partiyê hatim hilbijartin. Raste ez endamê Komîteya Navendî ya Partiyê bûm.
Rêheval Mehmet Xeyrî Durmuş bi vê awayî berdewam dike. Kurdistanekê hatiye perçe kirin heye, civakekê hatiye perçe kirin heye. di heman demê de avahiya civakekê ku paşverû û di tarîtiya çaxa navîn de mayî di mijarê deye. Li hember pirsgirêka Kurd çareseriyek rast nîne û nêzîkatiyekê rast nadin raber kirin.
AKÎF YILMAZ
Rêheval Akif Yılmaz, di sala 1956’an de li gundê bajarê Ardaxan Beşîktaşê ji dayik dibe. Rêheval Akîf Yilmaz ciwanekî fedakar û wêrek li gel vê yekê jî ewqasî aktîf û çalakger e. Akîf Yilmaz ji Qersê ye û bi şexsiyata xwe ya mutevazî ve mînak e. Di nava hevalên xwe de bi navê “Pîro” ve te binavkirin. Rêheval Yilmaz xwe li hemberî şahadeta rêheval Mazlum Dogan berpirsyar didît ji ber ku rêheval Mazlum Dogan ji girtîgehê firar dike lê koma ku rêheval Akîf Yilmaz jî te de ye di dema xwe de xwe nagihîjine cihê ku hatibû diyar kirin. Ji bo vê rêheval Mazlum dîsa tê girtin. Rêheval Akîf Yilmaz ji ber ve yekê her tim xwe berpirsiyar dibîne.
Rêheval Akîf Yilmaz ti carî girtina rêheval Mazlum na pejirîne û ji bîrnake. Ji bo wê jî di şahadeta rêheval Mazlum de xwe berpirsiyar hîs dike. Rêheval Akîf jî vê dizane û hîs dike, ger ku rêheval Mazlum wê demê hatiba revandin wê jiyan kiriba û tevgera me jî pêwîstiya wê rêhevalên weke rêheval Mazlum heye. Di tevahî çalakiyan de rêheval Akîf her tim pêşdeye. Wê demê rêheval Akîf bi Yildirim Merkît re heman hûcrê de di mînin. Yildirim Merkît rêveberiya tevgerê bû. Rêheval Akîf jî vê dizane. Gava leşker her roj tên weke karekê tevayî girtiyan bi lêdanê re derbas dikin, ew dem rêheval Akîf Yildirim têxe sira dawî bi xwe jî dikeve sira pêşde. Ew pêvajoyên ku xwe radest kirin, îtîraf kirinê de Yildirim Merkît diçe dadgehê û di dadgehê de poşmaniyê xwe dide diyar kirin û xwe radest dike. Êdî bi neyar re tevger dike. Gava ji dadgehê berbi girtîgehê ve diçe ew dem Esat Oktay wê pêşwazî dike. Esat Oktay jî Yildirim re dibêje; “Yildirim tu bi xêr hatî. Lê tenê hatina te ne baş bû, cûda kesê ku tu bandor bikî nîne? kesê ku bi tere tevger bike û kesê ku weke te helwest bide diyar kirin nîne? Tu bi wan re biaxivî û wan bandor bikî başdibe.”Ew dem jî Yildirim dibêje; “Akîf girêdayî mîne, ez dikarim Akîf bandor bikim.” Gava wisa dibêje ew dem Esat gardiyana rê dike ji bo ku rêheval Akîf bîne. Heval Akîf û Yildirim li ser yek masê di rûnin. Yildirim ji heval Akîf re dibêje; “meyze ke Akîf em berxwedidin lê heya kengê. Di encam de emê fizîkî tasfiye bibin. Wê ev tevger çi qezenç bike? Lê ger ku em gav paşde bavêjin, em xwe weke ku hen tiştan di pejirînin bidin diyar kirin emê jiyan bikin. Bêguman pergal jî heya dawiyê van polîtîkayên xwe berdewam nake. Were guhertin emê cardin cihê xwe yê berê bi dest bêxin.” Hewildide ku rêheval Akîf jî qanî bike. Rêheval Akîf jî wê guhdar dike û vê bersivê dide; “meyzeke Yildirim, ji bo min sucê herê mezin, giran, ti carî nayê bexşandin jî ger ku ev xortek be û bi dayîka xwe re zîna bike. Ez dikarim bi dayîka xwe re zîna bikim, dikarim wê sucê bikim. Lê ti carî ez îxanetê rêhevalên xwe nakim.” Belê girêdanbûna rêhevaltiyê eve. Ji ber ku bi hevaltiyê re di asta herê jor de girêdayînê ji bo wê ewqasî kûr berxwedidin.
ALÎ ÇÎÇEK
Rêheval Alî Çîçek bi xwe ji Sîweregê ye. Rêheval Alî Çîçek di vê qonaxê de mîlîtanê herî ciwan ê partiyê ye, lê tevî vê jî polîsan nikarîbû jê îfade bigirin. Piştî ku dikeve çalakiya rojiya mirinê di dadgehê de hemû sucan digire ser xwe. Ev mînak fedakariya rêheval Alî Çîçek jî radixe ber çavan. Rêheval Alî Çîçek wekî ciwanekî ji Rihaye di berxwedane de bi wî temene xwe ye biçûk ve pêşengtiyeke mezin dike. Rêheval Alî Çîçek ji aliyê hevalên xwe ve wekî “Sterka Sor” tê naskirin.
Baweriya di dilê rêheval Alî Çîçek de, girêdanbûna wê ya mezin a li hember nirxên azadiyê neyar hejandiye. Ji ber dibîne ku di ew çalakiya wê pêkbînin de azadiya gelê Kurd û heman demê de gelê Tirk û Kurd dikare li ser perçeyê axê bi awayekê wek hev jiyan bikin. Rêheval Alî Çîçek bi ew dilê xwe yê ciwan cewherê şoreşgertiyê ji kûrahiyê de fêm dike û pêktîne. Dilê APOCIYA yê herê cîwane. Sîleyê herê mezin Stêrka me ya Sor rêheval Alî Çîçek li kesên ku di girtîgehê de xwe radest kirine bê bawer ketine, bûne koleyê celadê xwe û tirsoneka daye. Bi temene kê ciwan beşdarê nava refên şehîdan dibe. Ew milîtanê dil mezin baweriya ku emê îro di şerê îradî de çi bikin afirand.
Rêber APO li ser ruhê 14’ê Tîrmehê van gotinan dide diyar kirin; “Di dîrokê de jî û di roja me de jî tu kesî bi qasê van hevalên me bêderfetî nejiyane. Van rêhevalan di nava bêderfetiya herî mezin de bûn, derfetên wan bi tenê can û bedenên wan bû û ev jî bi lehengî danîne holê. Tevî vê yekê lehengiya herî mezin li hemberî van îşkenceyan nîşan didin. Di demekê ku hêvî û bawerî herî kêm bû de, di serdemekê de ku partî ha diçû û ha wê biçe de, bi temamî bedena xwe danîne holê, di xilaskirina partiyê û her wiha dîrokê de bûne xwedî rolekî girîng. Hêvî û bawerî ya wan heta dawiyê mezin in. Hem jî di wê zemînê de. Dîsa coş û giredaniya jiyanê di bingehek herî mezin de ye. Wê demê fêmkirina berxwedêrên 14’ê Tîrmehê; ya yekê; êdî pejirandin û nixûmandina wî bê derfet be tevahî xalên ku berovajî ne bi misogerî danîna kêlekê ye. Ya duwem; bêeman nirxandina derfetên berxwedanê û azweriya serkeftinê ye. Bi bîranîna derveyî vê yekê bi mîsogerî dûrûtiye. Em jî gelek caran li ser bîranîna berxwedana mezin a lehengên me disekinin, nirxandinan dikin û hîna jî li ser vî bingehê di hêviya berdewam kirina girêdaniya xwe de ne, jixwe me ev yek jî derbasê jiyanê kir û li ser vê bingehê em ketin nava şerekî mezin.”Rêber APO
Roja ku rêheval Mehmet Xeyrî Durmuş bi dest rojiya mirinê dike dibêje; “me bi şeş kesan dest pê kir.” Rêheval Kemal Pîr jî di nava rojiya mirînê de dibêje; “ em duh şeş kes bûn, îro em bûn şanzdeh emê sibê bibin bi milyonan.” Ev rêhevalên bi nirx bi van gotinên xwe re baweriyên xwe yên li hember pêşeroj û yê ji bo gel dane diyar kirin.
Erka me ya şênber ewe ku em li hember nirxên van rêhevalên xwe bi ruhê ku wan afirandine xwe paqij bikin. Çawa ku biryara berxwedaniya 14’ê Tîrmehê bingeha serkeftina me da diyar kirin, domdarî kirina vê ruh û berxwedaniyê jî erka me ya herê bingehîne. Em ji bîrnekin ku em nirxên van rêhevalên bi rûmetin. Ji bo wê jî bersiva herê mezin em bidin bîranîna van rêhevalên xwe jî serxistin û pêkanîna xeyalên wane.