EÛSKÎRCHEN – Festîvala yekem a bi dirûşmeya ‘Faşîzmê Hilweşîne, Xwezayê Biparêz’ ku li ser îtifaqa Ciwanên Enternasyonalîst hate lidarxistin saet 13:00’an li bajarê Eûskîrchen a Elmanyayê destpê kir.
Ji gelek bajarên Ewropayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst tevlî festîvalê bûn.
Meşa ji ciwanên Kurd û enternasyonalîst pêk dihat ku di destê wan de şoreşgerên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne hebûn, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê bilind kirin û dest bi meşê kirin.
Di meşê de tim dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin û peyamên piştevaniyê hatin dayîn.
Piştî meşê li s er navê îtifaqa Ciwanên Enternasyonalîst Marîûs Sackers axivî û bal kişand ser amadekariyê festîvalê, diyar kir ku ev festîval wê di pêvajoya pêşiya me de ji bo yekîtî û piştevaniyê bibe gavekî mezin.
Piştre jî ji welatê Baskê koma muzîkê ya Lardy derket ser dikê. Li aliyekê konser hate dayîn li aliyê din tîmên bi navê SV Kurdistan BV û Azadî Wûppertal ji bo yekemîniyê lîstin. Ciwanên Azad a Parîs li gel Athlethîc Amed ji bo sêyemîntiyê hatin pêşberî hev.
Piştî Lardy Koma Siyabend a Kurd derket s er dikê û tevî barana zêde jî coş kêm nebû û govend hate gerandin.
Piştî demek kin a navberadayîna muzîkê li ser navê koma ciwanan a Yoûng S trûggle axaftin hate kirin û bal kişand ser reng, coş û hêza festîvalê.
Piştre jî koma govendê derketin ser dikê û bi cilên gelerî govend û reqs gerandin. Piştre jî Hunermenda Kurd Xecê derket ser dikê. Piştî demekê hunermendê Kurd ê hîp-hopê Serhedo jî hunera xwe pêşkêş kir. Li du wê bavê şervana enternasyonalîst Anna Campbell a li Rojava şehîd bû Dîrk Campbell axivî. Campbell anî ziman ku wê heta dawî li ser şopa Anna be.
Her wiha di dewama festîvalê de peyamên YDG, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Bask û Katalanê hatin xwendin. Di peyaman de bal hate kişandina ser têkoşîna enternasyonalîstan.
Dîsa şanoya ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad ve hatibû amadekirin û balê dikişîne ser sîstema mêr hate nîşandan.
Piştre jî Hunermend Mikaîl Aslan, Huseyîn Bozbayir derketin ser dikê.
Tîma SV Kurdistan bû yekem, BV Azadî Wûppertal bû duyem û Athlethîc Amed jî bû sêyemîn.
Di dewama bernameyê de lîstika stranc, dîsa lîstikên zarokan, lîstika tenîsa mêze, panel û sergî hatin nîşandan. Eleqeye ji bo vê ya welatiyan pir zêde bû. Di festîvalê de ku eleqe pir bû bi huner rapê ya S. Castro bi coş dom kir.