ŞENGAL – Li Serdeşta Çiyayê Şengalê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan û êrîş şermezar kirin.
Li Serdeşta Çiyayê Şengalê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) duh êvarî di dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan û êrîş şermezar kirin.
Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.
Daxuyanî wiha ye;” Em wek Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser xaka Başûrê Kurdistanê û şehîdxistina pêşengê gel rêheval Helmet(Diyar Xerîb), her wiha bêdengiya dewleta Iraqê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş bi destpêkirina operesyonê ji şehadeta rêheval Helmet ku bi destê xayînan jî pêkhat ji hev qut nîne. Dewleta Tirk a faşîst di xwaze bi vê yekê xewna ku pêk nayê, împeratoriya Osmaniya ji nûve bide ava kirin. Vîna gelê me bi taybet miletê me yê Başûr bişkîne. Piştî şehadeta rêheval Helmet tersî wê bi pêşengtiya ciwana û bi ruhê serhildana Şêladizê wê faşîsma dewleta Tirk têk biçe. Tecrîda li ser Rêbertiyê wê hilweşe.
Em weke ciwanên Êzidî vê dagirkeriyê û êrîşan qebûl nakin. Herwiha soza tolgirtina rêheval Helmet û hemû Şehîdan didin. Kesên ku destê wan di vê êrîşê de heye wê hesaba vê bidin. Herî dawî em bang li hemû ciwanan bi taybetî ciwanên Başûr û Şengalê dikin ku serîhildin, têbikoşin û Rêbertiyê azad bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên, ‘Bimire hevkarî û xiyanet’, ‘Bimire hemû corên dagirkeriyê’, ‘Şehîd namirin’ , ‘Bijî berxwedana gelê me’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.