BRADOST – Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin di 14’ê Tîrmeha 2019 de (îro) bi pêşengiya PDK û MÎT’ê, li herêma Bradost Sîdekanê di seet 14:00 de wê xwepêşandanek were pêk anîn. Ev xwepêşandan wê li hemberî hebûna PKK û Hêzên Rojhilatê Kurdistanê, di pêşengiya peşmerge û endamên PDK’de pêk were.
Hat diyarkirin, PDK’ya ku bi hevkariya xwe ya dewleta Tirk a dagirker ku bi hinceta hebûna PKK li Başurê Kurdistan qetlîama sîvîlan pêk tîne û bi operasyonên xwe yên dagirkirinê axa Başurê Kurdistanê xistiye dorpêçê ve tê nasîn, wê îro di seet 14:00 de li Sîdekan’ê li hember PKK û Hêzên Rojhilatê Kurdistanê qaşo çalakî li dar bixe.
HEVKARIYA MÎT Û PDK HAT TESCÎL KIRIN
Li gor agahiyên bi dest ketine meşa ku li Sîdekanê bi hevkariya Dewleta Tirk dike de pêk were, bi armanca gelê herêmê û PKK werin hemberî hev e. PDK’ya ku bi destê MÎT û Parastin ve hatiye rêxistinkirin, daxwaz ji gelê herêmê kiriye ku li hemberî PKK tevlî meşê bibin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidest xistin, rayedarên PDK ji gel daxwaz kiriye ku li hember PKK û Hêzên Rojhilatê Kurdistan helwest bigrin û çalakî li dar bixin.
GELÊ SÎDEKANÊ TEVLÎBÛNA MEŞÊ RED KIR
Hat zanîn ku ev pêşandana MÎT û PDK bi hev re rêxistin kiriye, wê di seet 14:00 de bi tevlîbûna Asayîş, pêşmerge û endamên PDK re pêk were. Lê hat zanîn ku gelê herêmê li hember vê pêşandanê bertekê xwe nîşan daye û tevlîbûnê qebûl nekiriye. Li gor agahiyan ruxmê hemû hewildanên îqna kirina gel a PDK, gelê herêmê daye zanîn ku “Ew ne li hemberî PKK û hêzên Rojhilatê Kurdistanê ne, berovajî ev hêz wan diparêzin û hêza dagirker dewleta Tirk e.”
“PKK BI SALANE GELÊ SÎDEKANÊ DIPARÊZE”
Hat zanîn ku gelê herêmê li hember daxwaza tevlîbûna çalakiyê a PDK wiha axiviye “Ger PKK nebûya wê kî me biparasta? Ê ku heta niha axa me û me ji dagirkeran parastiye gerîllaye. Her sala ku em derketin zozana ji derveyî PKK tû kes li me xwedî derneket. Ê ku hûn dikin xiyanetê, emê nebin hevkarê vê xiyanetê. Divê hûn ji van kiryarên xwe şerm bikin. Esas ê kû divê hûn li hember derkevin dewleta Tirk a ku dijminê Kurdaye.”
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê