“Li Tirkiyê encamên hilbijartina Stenbolê û kûrtirbûna krîza aboriyê û xizaniya xelkê tê paşguhkirin û rewş ji hêla hikûmetê ve wekî ku pir aram û asan e, tê pêşkeşkirin. Li hinda vê yekê, wer xuya ye ku rojeva hikûmetê dîsa şer û amadekariyên şerên nû, helbet şerên li dijî Kurdan, ne.
Ev demek e, di çapemeniyê de nûçeyên li ser amadekariyên arteşa Tirk ên li Akçakale a Rihayê, li ser sînora Rojavayê berdewam e. Çapemeniya Tirk wer îdia dike ku arteşa tirk ê li dijî Rojava tevgereke dagirkirinê li vê herêmê bide destpêkirin û ji bo vê yekê hejmareke mezin leşker û wesayetên şer berê xwe dane Akçakaleyê.
Di heman demê de Wezareta Parastinê a Tirkiyê daxuyand ku hatina moşek an fuzeyên S-400î ên ku ji Rûsyayê hatine kirrîn, roja înê (12.07.19) destpêkiriye.
Ji xwe tevgera dagirkirina parçeyekî axa başûrê Kurdistanê ji hêla arteşa Tirk ve her berdewam e…
Li gel van pêşketinan, Kurd li Rojava him sîstema xwe a nû gav bi gav didin rûniştandin him jî ji bo bidestxistina statûyekî siyasî lezgînî û hêz dane danûstandinên navnetewî û dîplomasiyê. Wek xebateke navnetewî a vê dawiyê, di konferansa ku ji hêla Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) ve hate lidarxistin de bang li raya giştî a cîhanî hate kirin ku ji bo edalet pêk bê û endamên DAÎŞê bêne darizandin dadgeheke navnetewî li Rojava bê sazkirin…
Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) elaqeya xwe a li ser Rojava him leşkerî û him jî siyasî kûrtir dike. Fransa û Brîtanyayê jî li ser daxwaza DYAyê daxuyandin ku ewê ji bo piştgiriya Rojava leşkerên xwe bişînin wir.
Û di rewşeke wisa de Erdogan û rêveberên Tirkiyê li dijî Kurdan amadekariyên şerekî dijwar dikin!..
Ne siyasî, ne hiqûqî, ne aborî, ne civakî, ne însanî, ne moralî û ne jî mantiqî sedemeke wê hebe jî, wer xuya dike ku feraseta desthilatdarên Tirk ev qas e.
Wekî tê zanîn, piştî hilbijartina şaredariya Stenbolê di rêveberiya dewletê û di nav partiya desthilatdar AKPê de krîzeke veşartî tê jiyîn. Êdî nayê veşartin; ku sîstema nû a hêz û erkên dewletê bi giştî di destê Recep Tayyîp Erdogan de kom dike, xitimîye û nameşe. Herwiha amadekariya partiyekî nû bi pêşengiya serokkomarê berê Abdullah Gul û wezîrê ekonomiyê ê berê Alî Babacan ve tê kirin jî him destê Erdogan û him jî ê AKPê lawaztir dike. Li gel vana êdî hewce nîne ku meriv bahsa xitimandina Tirkiyê di şerê Sûriyê de bike û ambargoyên ku DYAyê ji ber kirrîna moşekên S-400î ji Rûsyayê amade dike, bîne bîrê…
Di nava vê hengameyê de şerekî nû li dijî Kurdan ne îşê êqil û mantiqê ye. Lê ji dîrokê meriv dizane ku desthilatdariyeke ber bi wendakirinê dikane bêaqil, bêmantiq û dijînsanî tevbigere.
Wer xuya ye ku Erdogan dixwaze krîza aborî û bêaramiya xelkê bi krîzeke hên dijwartir, dîsa bi şerekî li dijî Kurdan ji ber çavan dûr bixe û lawaziya desthilatdariya xwe veşêre. Yanî li ser xizaniyê siyaseta xizanîtirkirinê, li ser bêaramiyê siyaseta bêtirbêaramîkirinê…
Li hember îhtîmalekî wisa Kurd ê çawa bersivê bidin, ji xwe tê zanîn. Lê xelkê Tirk ê bertekeke çawa nîşanî bide, ew nediyar e. Dema meriv li tabloyê giştî mêzeke, mimkûne ku şerekî wisa bibe şerê întîhara Erdogan û desthilatdariya wî bi xwe… Wekî gotineke Tirkan tîne zimên; „Dema xwest ku bo rizê (birincê) here Dîmyadê, ji savarê li malê bû.“ Bi şerekî wisa Erdogan û desthilatdariya wî ê Kurdan biêşînin lê teqez bi sernakevin, lê li dijî wê belkî Kurd ê biêşin lê teqez wenda nakin!..”
ÇAVKANÎ: Nupel – Halil Dalkılıç