AMED – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê dê bi dirûşma “Nebe muptela, azad bibe” dê sibê şahiyek li dar bixe û banga beşdariya şahiyê kir.
Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinên Ciwanên ên HDP’ê sibê dê bi dirûşma “Nebe muptela, azad bibe” şahiyek li dar bixin. Şahî saet di 18.00’an de li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê pêk were. Di şahiyê de Koma Pel, hunermend Adil Aslan û Koma Dengê Amara derkevin ser dikê.
Parlamentera HDP’ê ya ciwan Dersim Dag banga beşdariya mitîngê kir û got: “Me di 11’ê hezîranê de li dijî polîtîkayên li ser ciwanên kurd pêngavek da destpêkirin. Em dixwazin bi vê pêngavê polîtîkayên asîmîlasyonê û dejenerebûnê rawestînin û têbikoşin. Di vê çarçoveyê de em bang li ciwanan dikin ku beşdarî şahiyê bibin.”
‘DEWLET NAXWAZE CIWAN HIŞMEND BIBIN’
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Omer Armaç jî wiha got: “Em dixwazin bi van çalakî û şahiyan gel li dijî tiryakê, dejenerebûn û fihûşê agahdar û hişmend bikin. Em li dijî van polîtîkayan xebatê birêve dibin lê dewlet xebatên me asteng dike. Me li dijî vê pêngav dest pê kir, lê dewlet tehamul nake û mudaxeleyî xebata me dike. Dewlet naxwaze ciwan bi hişmend bibin. Ew dixwazin ku ciwanan temamî ji civak û hişmendiyê dûr bikin.”
Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Nurgul Încî jî banga têkoşîna li dijî tiryakê, fihûş û dejenerebûnê kir û xwest ciwan xwe bi hişmend bikin.
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Muhammed Erkîz jî banga beşdariya şahiya ciwanan li dijî dejenerebûnê ku dê li dar bixin kir.