KOBANÊ – 2’emîn Festîvala Ş.Stêrvan a Jinên Ciwan li bajarê Kobanê hate li darxistin. Festîval li daristana Kobanê ya li aliyê rojavayê bajêr hate lidarxistin. Bi sedan kes ji herêma Firat û Minbicê tevlî Festîval bûn.
Festîval bi deqeyek rêzgirtin hate dest pêkirin û paşê bi gelek axaftinan dest pê kir. Di nav de bi navê endama Rêveberiya Kongreya Star Almaz Romî axivî û salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava pîroz kir û bang li Jinên Kurd û hemû Jinên cîhanê kir ku beşdarî rêvebirina civakê bibin û di qadên jiyanê de xwe birêxistin bikin.
Paşê ji fermandên YPJ`ê Mizgîn Kobanê axivî û serkeftinên ku jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bidest xistin, pîroz kir û soz da ku ew ê tekoşîna xwe heta rizgarkirina hemû jinan û parastina wan nû kir.
Piştî axaftina bidawî bûn, komên hunerê di nav de koma Kevana Zêrîn a dîlana folklorî û koma Şehîd Viyan Peyman a stranan, berhemên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha di Festîvalê de Cil û Bergên Folklorî yên Jinên herêmê ji Kurd, Ereb û Çerkes hate pêşandan.
Di festîvalê de her wiha dayîkan Xwarinên Kevn ên Kurdan pêşandan, her wiha turnuveya fotbolê ya jinan hate lidar xistin, di heman demê de Sinvizyonek li ser Şoreşa Rojava û kar û xebatê Jinên Ciwan hate temaşekirin.
Di derbarê Festîvalê de Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Nûşîn Sîdî ji ajansa me re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa Jinên Ciwan e, em wek Jinên Ciwan 2’emîn Festîvala Ş.Stêrva bi munasebeta Salvegera Şoreşa Rojava li dar dixin, wek kut ê zanîn a ku her tim pêşengtî dike ji Şoreşê re Jine, jin her bi Çand û hûnera xwe tê naskir, em jî wek Jinên Ciwan ji bo ku çanda xwe biparêzin vê festîvalê li dardixin, Festîvala me bi rengê her jinekê tê xemilandin.
Nûşîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “2’emîn Festîvala Ş.Stêrvan a Jinên Ciwan bi saya hemû Jinên Berxwedêr û Tekoşer hat li darxistin, em wek Jinên Ciwan vê festîvalê di serî de diyarî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Jinên ku bune pêşengê vê Şoreşê, Şehîd Diyar Xerîb û tevahî Şehîdên Şoreşê dikin”.
Festîval bi gerandina govendê bi dawî bû.
Tê zanîn ku 2’emîn Festîval Ş.Stêrvan a Jinên Ciwan wê li bajarê Tebqa û Qamişlo jî bê lidarxistin.