BRADOST – Helîkopterên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Çiya Dêl a herêma Bradostê bombebaran kirin.
Di saet 20:45’an de helîkopterên şer ên artêşa dagirker a Tirk devera Çiya Dêl a li herêma Bradostê bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê bidestketine, di encama bombebaranê de agir bi eraziyê deverê ketiye.
Li gorî heman çavkaniyan ji saet 21:30’an ve jî artêşa dagirker a Tirk ketin û derketina wê deverê qedexekiriye, ji bona wê welatî nikarin agir vemirînin.
Hate ragihandin ku hîna helîkopterên artêşa dagirker a Tirk bi ser asîmanê deverê re difirin.