NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Euskirchen ê Elmanyayê Şemiyê Festîvala Ciwanan a Enternasyonalîst pêk hatibû. Komîteya amadekar a festîvalê der barê têkoşîna ekolojiyê de dîmenek amade kir.
Di dîmenê komîteya amadekar de gefên modernîteya kapîtalîst ê li dijî xwezayê û jiyana mirovan hate nîşandan.
Her wiha mînakên têkoşînên li dijî vê yekê hatin destnîşankirin.