WAN – Li Wan semta Xaçortê li dijî êrîşên dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê û ji bo şermezarkirina xeta îxanetê ku bu sedema şehîdxistina Diyar Xerîb (Helmet) çalakî hate lidar xistin.
Yekîneyên Tolhildanê yê Xaçortê li Wanê barîkat çêkirin û li dijî polîsên dagirker fîşekên hewayî û molotof bikar anîn. Ciwanan di çalakiyê de sloganên “Bijî Serok APO”, “Şehîd Namirin” berzkirin. Polîsên dagirker ku xwestin êrîş bive ser ciwanan bû hedefa molotofên ciwanan. Yekîneyên Tolhildanê ku bi polîsên dagirker re ket nava pevçûnê piştî demekê bi awayekî rêk û pêk ji qadê vekşiyan.