BRADOST – Çalakiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ya Mertalên Zindî li Bradostê di roja 23’emîn de didome. Rojane welatiyên herêmê û serdana çalakvanan dike û piştgirî didin çalakiyê.
Doh ji eşîreta Surçî gelek welatî çalakiya mertalên zindî ziyaret kir û piştgiriya xwe daxuyakirin.
Mezinê eşîreta Surçî keyfxweşiya xwe ji bo çalakiyê û helwesta ciwanan li dijî dagirker nîşan da û piştgiriya xwe daxuyakirin.
Çalakvanên mertalên zindî Navdar Başûr bixêr hatina eşîretê kir û spasiya wan kir ku ew çalakiyê bi tenê nahêle.
Di dawiya serdanê de daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li hikumeta herêmê û hikumeta Irakê hate kirin ku destur nedin êrîşên dagirker yên rejîma tirk. Êrîşên rejîma Iranê jî yê bi tank û topan bi tundî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê bal kişand ser giringiya hêzên gerîlla ji bo welatiyên herêmê. Hate gotin ku ger gerîlla nebe, wê çeteyên wek DAIŞ û artêşa tirk a dagirker axa Başûrê Kurdistanê talan bikin. Daxuyanî bi sloganên “Bijî Kurd û Kurdistan” û “Birûxe Dagirkerî” bidawî bû.