TEBQA – 2‘yemîn Festîvala Şehîd Stêrvan a jinên ciwana îro bi dirûşma “Şoreşa 19‘ê Tîrmehê deryaya çandê ye û azadiya jinên ciwan e” li keleha dîrokî ya Cabir a li Tebqayê pêk hat.
Di festîvalê de bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê Fehîma El-Casim axivî. Fehîma festîval li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa 19‘ê Tîrmehê re azadiya xwe bi dest xist. Her wiha anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan şoreş gihand nîvê rê û temamkirina nîvê din ji jin û ciwanan re hişt. Fehîma bang li jin û ciwann kir ku ji bo azadiya xwe û azadiya tevlî civakî Serî hildin.
Piştre koma Zîlan a ji navçeya Dirbêsiyê stran bi Kurdî û Erbî gotin.
Her wiha hespên resen di qada festîvalê de hatin pêşandan. Koma Zarokan a Minbicê şanoyeke li ser nêrîna civakê ya şaş li ser jinan û bandora tundiya li ser jinan li ser malbat û zarokan pêşkêş kir.
Di festîvalê de, Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê kilamên girêdayî herêma Firatê vegotin, piştre cil û bergên folklorî yên jinên Reqa, Tebqa û Dêrazor hatin pêşandin.
Festîval bi gerandina xelekên govendan li ber stranên folklorî bi dawî bû.
Tê payîn ku festival roja 19‘ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo were lidarxistin.