QERS – Li navçeya Qaxizmanê ya Qersê polîsên dagirker bi ser gelek malan de girtin. Di encamê de Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê Yaşar Ozlu hate destgîrkirin. Gelek polîsên ku ketin mala Ozlu, hemû endamên malê di odeyekê de kom kirin û li malê lêgerîn kirin. Polîsên dagirker piştî demek dirêj li malê lêgerin kirin Ozlu birin Midûriyeta Polîsan a Qersê.