BRADOST – Çalakiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer a Mertalên Zindî li Bradostê di roja 24’emîn de didome. Rojane welatiyên herêmê serdana çalakvanan dike û piştgirî didin çalakiyê.
Gelek welatî ji eşîra Surçî serdana çalakiya mertalên zindî kir û piştgiriya xwe nîşan dan. Mezinê eşîra Surçî Osman Surçî ji ajansa me Nûçe Ciwan re der barê êrîşên dagirker û berxwedana li dijî ve axivî. Osman Surçî da diyarkirin ku êrîşên dagirker wê bi Yekîtiya Gelê Kurd bidawî bibin û wiha axivî:
“Armanca dewleta tirk nemayîna gele Kurd e. Çi bi navê Kurdî hebe, ew bê tunekirin û nahêlin tiştek jî bi navê bimine. Li dijî vê pêwîste em Kurd yek bin, çi Kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat ya jî Rojava. Pêwîste yekîtiya me hebe. Li beramberî dijminê xwe em destê hev bigrin. Dijmin me yek tiştî dixwaze, ew jî dagirkirina axa me Kurdistanê ye. Tu hikukt destûr nade ku ew bên mintiqa me, sinor derbas bikin û bên axa be talan bikin. Em bang li hikumeta herêma Başûr, hikumeta Irakê û serokê parlementoyê dikin, bila li hemberî qetilkirina kesên sivil, li hemberî bombe û topbaranên Tirkiye û Iranê bêdeng nemînin. Rojane welatiyên sîvil tên qetilkirin. Ji ber bombebaranan em êdî nema dikarin li kon û malên xwe de rûninen, em li derve radizên. Her şev helikopter tê û heta sibê dengê gir girê tê. Em dîsa bang dikin ku ev êrîşên ezmanî bidawî bibin. Em aşîtî dixwazin, em gelekî aşîtîxwazin. Gelê Başûrê Kurdistan li hember qetliamên Saddam têk neçûn, wê li hemberî Erdogan jî têk neçe. Kesên ku di nav îxanetê de ne, zerarê didin gelê Kurd. Gelê Kurd geta niha gelek zerar ji îxanetê ditiye, bila îxanet bidawî bibe û Yekîtiya gelê Kurd pêşbikeve.”
Çalakvanê mertalên zindî jî eşîra Surçî ji bo helwesta wan li dijî dagirkeriyê pîroz kir û spasiya xwe ji bo wan pêşkeşkir ji ber eşîrê çalakiya mertalên zindî bi tenê nehiştiye. Her wiha çalakvanên mertalên zindî bang li hemû welatiyan kir ku li dijî dagirkeriyê bi rihê seferbertiyê helwesta xwe raber bikin.