Neyar di Çarçella de şikest
Araziya Çarçêlla zor û zehmetiyan di hûndirê xwe de dihewîne. Ger araziyek zehmetbe Ji bo gerîla avantajên mezin jî di hûndirê wê de veşartîne. Gerîla li ser arazî hakimîyetek çêbikê dikare dijmin bixe tengasiye de. Çarçêlla jî cihekî wisa ye. Ji bo gerîla derfetên xwe pirin. Dema ku dijmin dixwaze hovîtiya xwe li vir bide meşandin
di araziya Çarçêlla da asê û neçar dimîne. Çarçêlla ji zozana pêk tê. Golê xwe yê ku dibin mijara wêneyên nemir jî pirin. Xweşikbûna golên Çarçêlla mirov mest dike. Gola Satê jî yek ji wan xweşikbûna ye. Berfa Çarçêlla jî weke perçeyek ji bihûştê ye. Ew xweşikbûn mirov dikşîne hûndirê xwe. Oremar jî araziya xwe hişke. Girê wê pir bilind û asê ne. Gira wê a herî nizm 3 an jî 4 saetin. Dema dijmin dikeve van hereman de şaşmayî dimîne, nizane xwe çawa xilas bike. Çarçêlla, Oremar ji bo gerîla bihûşt, ji bo dijmin jî mîna celadekî ye. Cîlo jî mîna van herema ye. Dijmin nikare tê de bijî.
Sala 2017 an dema ku dijmin êrîşî heremê kir dixwest gir bi gir heremê bigre, lê belê heval ji bo ku armancên wan vala derbixin çalakiyên cûrbicûr pêş xistin û bi wî şewazî dijmin xistin tirseke mezin. Ruxmê ku dijmin teknîkeke pir mezin jî bikardianî li hember denişandin(tecrûbe) û afrîneriya gerîla şaşmayî ma. Tişta ku jê bawer dike tenê teknîka di destê wî de bû. Ger bi bejahî werê qed nikare li berxwe bide. Li hember berxwedanî û şerkirina gerîla wê paş paşkî birevin. Heval bi bikaranîna branşa, dijmin dixiste nav tirseke mezin. Heval ji bo çalakiyeke sekvanî xwe nêzî dijmin dikirin û carekê de lê didan, piştra paşve dikişiyan. Her roj hevalan bi vî şewazî çalakî dikirin. Kuştina leşkerekî wan jî tirseke pir mezin di wan de dida ava kirin. Ev terz bi çekên navîn û ê giran jî dihat meşandin. Dema me bi çekên giran li dijmin dida nikarî bû serê xwe rake. Bi sabotajê jî çalakîkirin destkeftiyên pir mezin bi me dida qezenc kirin. Dema pisîk dikeve tengasiyê qîr dike terzê dewleta tirk jî bi vî şewazî ye. Tengav dibe, ji ber wê qîr dike û bê serûber êrîş dike. Di operasyona ku sala 2015 an jî pêş xistin tenê leşkerên tirk nînbû, li kêleka wan DAÎŞ jî hebû. Me bi çav didît. Dema ku mesafe di navbera me de kêm bû bi erebî ji me re di gotin; ” Rojbaş.” Di herema parastina medya de dijmin ji ber ku dizanî bû nikare serbikeve baweriya xwe neda leşkerên xwe û DAÎŞ jî xistin meriyetê, lê belê ev jî feyde nekir û dewleta Tirk weke her tim cardin binket.
Di pêvajoya operasyonê de hevalên jin weke hêzeke bingehîn rol û mîsyona ku diket ser milên wan pir xweş leyîstin. Fermandartiya hevalên jin di vê pêvajoya dijwar de pir vekirî xwe da der. Ruxme ku araziya Çarçêlla pir dijware jî ev li hember me nebû asteng berovajî di şuxulandina araziyê de hevalên jin afrîneriya xwe pir xweş derxistin holê. Teximê me karma bûn. Weke hevalek jin armanca min a yekem di wê pêvajoyê de hevala xistina lehûrbûyîneke xurt bû. Min her tim dixwest li ser binxistina dijmin de lehûrbibim û di vê çerçovê de terz û tektîkên nû pêş bixim. Weke hevalên jin li ser van mijaran fikrandin erka me hemûya ye. Em xwe bi birdozî, fikir û ramanên Rêber APO perwerde dikin. Em baş dizanîn ku dewleta Tirk her tim ji bo dagirkeriyê êrişan pêktîne. Hem dixwaze welatê me dagirbike, hem jî ev dagirkeriya xwe li ser civaka me pêktîne. Ji xwe em baş dizanîn ku dewleta Tirk û Erdoğan ji bo îmha û tunekirina Kurdan tevdigerin.
Ratî jî di herêma Çarçella de berxwedanî û tekoşînek gelek dijwar hate meşandin. Heval ji bo ku neyar nekeve di Çarçella de kedek bê hempa da meşandin. Rastiya neyar ya ku tu carî binketina xwe ya li hember gerîlayan na pejirîne wir tar û mar dibûn.
Em ketin salake nû. Tecrîta ku li ser Serokatî tê meşandin, êrîşê dijmin ê ku li ser qadên me pêş xist li hember vê lehengtî û şahadetên ku di salên borî de hatin jiyan kirin ji bo me tecrûbeyên pir mezinin. Armanca me a yekemîn jî li hember tecrîta li ser Serokatî, êrîşên dijmin ê hovane bûyîne bersiv û xeyalên hevalên şehîd pêkanîne. PKK îro tenê ne weke hêjmar bi fikir û birdoziya xwe di giştî cîhanê de deng vedaye. Dijmin nikare ev fikra ku di dilê mîlyonan de hatiye nivîsandin bin bixe. Sala nû di her alî de wê destkeftiyên pir mezin bi me bide qezenc kirin. Ez di wê azwerî û baweriyê de me ku sala 2018 an wê bibe sala zaferê.
Di herêma Avaşîn de rihê tolgirtinê şîn di bû
Avaşîn wek erdnîgarî asê, zaxor(sarp) û bilinde. Girê wê pir bilind û stratejîkin. Wek arazî jî hindek cihê wê daristan hindek cihên wê jî zozan û şikêrin. Xwezaya Avaşînê pir dewlemende. Weke ku ji navê wê jî mirov fêm dike ava wê a şîn heye. Ava Basya tê de derbas dibe. Adilbeg jî di Avaşîn ê de li gor araziyên din hîn bêtir nerme. Wek erdnîgarî hin cihê wê zozan hin cihên wê jî şikêrin. Araziyek bi vî şewazî ye. Pir xweşikbûnên cûrbicûr di hûndirê xwe de dihewîne. Milê av û kaniyan de jî pîr dewlemende. Ji bo ku gerîla vê araziyê bikarbînê pir derfetiyên wê ê cûda jî hene. Girên wê yê pir xweşik û serwer hene, mîna girê Xwedê, girê Beyreq, girê Ronahî, girê Koordîne. Girên wê jî piraniya xwe ji zozana pêk tê. Dema ku mirov destpêkê navê Girê Xwedê dibihîse heyecanek di mirov de dide ava kirin li kêleka wê jî hinek tirs dikeve hûndirê mirov. Me ji xwe di pîrsî ” ev girê Xwedê qey çend seatan de tê hilkişandin?” lê belê mirov dema dikeve şîverêyên wê, dibîne ne weke ku hatiye fikrandine, ji ber ku araziya Avaşîn’ê ji bo gerîla pir xweş û nerme. Kaniyek li wir heye, navê wê, Kanî Şêrîn e. Gundiyê ku tên wir navek wisa lêdikin. Di wê derdorê de tenê ev kanî heye. Dibe ji ber ku ew kanî tenê li wir heye navê wê xistine Kanî Şêrîn. Dema em hildikşin çavên me her tim li kaniyekê digere, piştî demekê em wê kaniyê dibînin li ber çavên me şerîn tê. Ez bawerim li ser vê esasê ev nav lê kirine. Milê Adilbeg û girê Ronahî piraniya xwe daristanin. Adilbeg dikeve navbera Xakurkê û Avaşînê. Araziya Adilbeg jî ji bo gerîla pir xweş û stratejîke.
Neyar wisa di fikirî ku wê gelek rehet bikeve Avaşîn. Gava hat jî nezanî wê çawa bike. Gerîla û erdnîgerya welatê me bi hevre bûne yek, tu hêz nikare vê yekitiyê xirab bike. Bi taybetî jî ya ku em bi hêz dike ronahiya fikri û ramanên Rêber APO ne.
Sala 2017 an 10 ê meha îlonê bû. Çalakiyek bi çekên giran hat liderxistin. Bi awayekî bandor me li alaya Rubarok xist. Heman demê du milan de hevalan li qereqola Zeytê xist. Bi giştî sê milan de bi çekên giran çalakiyeke bi bandor hat liderxistin. Avahiyên dijmin derb xwarin û qederekê şewitîn. Di wê çalakiyê de me encameke xurt dest xist. Di nav şer de rola her çekekî yê cûda heye. Her çekek bi rola xwe psikolojiyek giran li ser dijmin dide avakirin.
Di dîroka cihanê de ruxme ku jin rolê xwe ewqas xweş leyistiye jî nehatiye nivîsandin, lê belê di nav tevgera me a azadiyê de ne wisa ye. Arteşa jin di van pêvajoyên dijwar de da xuya kirin ku jin him dikare fermandartiya şer him jî pêşengtî bike. Wêrektiya hevalên jin di her şert û mercî de derdikeve holê.
Sala 2017 an de berxwedaniyên pir mezin hatin jiyan kirin. Di sala 2018 an de armanca me a yekemîn tecrîta li ser Serokatî şikandin û tola hevalên şehîd hilgirtine. Armanc, xeyal û daxwaziyên hevalên şehîd mîna mîrate kî(mîras) li ser pişta me û di dilên me de ye. Pêwîste di her alî de em xwedî lê derbikevin. Di dilê hemû gerîlayan de weke şîarekê hatiye runiştandin ” çi dibe bila bibe heya em negihîjin serkeftinê em dev ji têkoşîna xwe bernadin.”
Zap bi rihê hevalên qehreman mezin dibe
Dema ku ez hatim çiya hevalan vesaziya min li qada Zapê çêkirin. Li Zapê li Garêya mezin dimam. Qada Zapê ji bo gerîla derfetên mezin di hûndirê xwe de dihewîne. Araziya Garêya Mezin zozan bû. Hima hima di binya hemû giran de kanîyê xwe hebûn. Girên wê yê pir bilind ku mirov bandor dikir jî pir bûn. Qela Ertûş, Girê şehîd Cîhad, Girê Havanê, şehîd Colemerg, Girê Koordînê ji wan girên bilind û bi heybetin. Sala 2016 an operasyona Ertûşê despêkir. Pêvajoyeke pir dijwar bû. Dijmin pir erîş dikir. Lê ev êrişane jî bi teknînê pêktanî, ji xwe leşker nikarin şer bikin. Ev rastî nava şer de xwe vekirî dida der. Berxwedaniyeke din di dîroka Zapê de rû da. Ruxmê ku dijmin teknîkeke pir zêde li ser hevalan dida şuxulandin jî nikari bû berxwedaniya hevalan bişkîne. Hevalên ku li wir şehîd ketin têkoşîneke pir mezin dan meşandin û bi vîna xwe li hember van êrîşên ji derveyî mirovahiyê sekinîn. Piştî operasyona Ertûşê dijmin berê xwe da herema Xeregolê. Dema operasyon li wî milî destpêkir em jî di nav karê avahiya bingehîn de bûn. Me ji bo hevalan cebilxane, erzaq dikşand. Hevalên ku li Xeregolê şer kirin bi vîneke pir mezin li hember teknîk û hovîtiya dijmin sekinîn. Hevalan çong û armancên dijmin yê ji derveyî mirovatiyê li Xeregolê şikand. Beriya ku operasyon li Xeregolê destpê bike heval ketibûn ferqê de, ji ber ku qereqol nêzî hevalan bû. Liv û tevgera leşkeran xuya dikir. Hevalan di wê pêvajoyê de her tim keşfên xwe dikirin. Weke Ertûşê destpêkê keşif pir geriya û balafirên şer li heremê dan. Wî demî hat net kirin ku dijmin wê bejahî jî li ser heremê erîş bike. Hevalan tedbîrên xwe girtin. Weke ku hate tehmîn kirin dijmin bejahî xwest bikeve herema Xeregolê. Cara yekem dema ku hat hevalan lê da. Dijmin li wir şikest û paşve kişiya. Ji qereqolan obûs û havan dihat avêtin. Ji ber ku dijmin leşkerên xwe jî çav derxisti bû, obûs û havan li nava leşkerên wan diket. Di wir de pir kuştiyên dijmin çê bû. Dijmin roja yekem bi 100-200 (dibe ku zêdetir jî be) des bi operasyonê kir, li girê Xeregolê jî teximek heval hebû. Artêşek leşkerên wan li hember berxwedaniya teximek hevalên me tirs û xofek pir mezin jiyan kirin û paşvê kişiyan.
Dijmin xwest di milê Şelalê de jî têkeve heremê. Şelalê araziya xwe daristane û wek çeper dikeve pêşberî qereqolê. Dema ku tevgerandineke biçûk jî çê bûba dijmin didît. Ewqas navber kurt bû. Keşfa dijmin li ser heremê ne diçû. 3 keşif bi hevre li ser heremê digeriyan. Ji bo ku em cebilxane û erzaq negihînin hevalan keşif li ser heremê ne diçû. Tişta ku dijmin jê bawer dikir tenê teknîka wî bû. Ji dervî wê nikarî bû tiştek bike. Leşkerên wan ji tirsan nikarî bûn bê keşif û bê balafirên şer têkevin tevgerê. Piştî tîr(yoğun) bi karanîna teknîkê dijmin xwe nêzî tepe kir. Hevalan jî lê da. Leşkerên wan nikarîbûn li berxwe bidin û paşve kişiyan. Piştî ku koma yekem çû a dûyem jî ji qereqala Erîşê hat û xwest têkeve tepe. Ev kom qederekê pêş de hat. Heya ser tepe jî tên lê heval heya dawî berxwe didin û lê didin. Heval diçin ser cenazeyên dijmin û çek jî radikin. Heman demê tepinkê(mayin) ku heval di araziyê de bicih kiribûn dijmin de teqiya. Cenazeyên wan li palan(yamaç) de dima. Bi xwe obûs diavêtin cenazeyên xwe û wisa tûne dikirin. Li kêleka keşif, balafirên şer, obûs û havan teknîkeke cûda jî bikardianîn. Hevalan got dibe ku kîmyasal be. Li hember dijminekî wisa bê exleq, hevalên me giştî fedaî bûn. Hevalan ji dil û can di gotin; “pêwîst bike em ê fedaî biçin ser dijmin, lê em nahêlin ku dijmin têkeve herema me
Him di operasyona Ertûşê de him jî di ya Xeregolê de lehengtiya dîroka Zapê cardîn tekerrûr kir. Xastek, armanc û daxwaziyên hevalên ku di vî şerê hebûnê de bûn stêrk mîna bombeyekê di dilê dijmin de teqiya. Ya ku dikeve ser milê me jî bi xeyalên wan pêtala vê meşa bê dawî gihandina serkeftinê ye.