NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî yê ji Rojhilatê Kurdistanê di yekemîn salvegera şahadeta wî de bi bîr anî.
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya yekemîn salvegara şahadeta Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî ku li Pênciwên a Silêmaniyê li aliyê kes yan jî kesên nenas ve hate qetil kirin, daxuyaniyek da û Îqmal Muradî bi bîr anî. PJAK’ê diyar kir ku wê armanc û xewnên Îqbal bînin cih.
PJAK’ê soz da ku riya şehîdan berdewam dike û wiha tê gotin;”Di temenê biçûk de, bindestiya civak û gel û dagirkeriya li ser xaka xwe nepejirand. Ev xet ji bo bingehê têkoşîna azadiya û rizgariyê bi kar anî. Tevî hemû siyaseta rejîma dewleta Îranê ya li dijî Kurdan, fikr û îradeya azad bê tirs û bê navber xebata xwe berdewam kir û xwest erka xwe ya welatparêzî pêk bîne. Bê dudilî têkoşîn kir. Ev têkoşîn bi xwe ve sînordar nekir û di nava malbata xwe de jî cih kir.
Salên dûr û dirêj di nava Partiya Komunîsta Îranê de cih girt û xebat û têkoşîn kir. Ji ber sedema vê xebat û têkoşînê êdî mayîn wî ya li Rojhilatê Kurdistanê zehmet bû. Lewma berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê bi bîr û felsefeya Apoyî çalak dibe. Armanca xebat û têkoşîna xwe di vê felsefeyê de dibîne. Weke alîgir, welatparêz û xebatkarek çalak di nava ronahiya vê felsefeyê de têkoşînê dike. Hemû erkên li ser milê xwe pêk tîne. Kesayetek bû ku hemû dem û jiyana xwe ji bo xebatê danî bû. ”
Di berdewama daxuyaniyê de tê gotin ku Îqbal Mûradî ji bo mafên mirovan jî xwedî ked bû û wiha didome;”Tevî ku kurek wî û kesek nêzî wî (Zanyar û Luqman) di girtîgehên dewleta Îranê de bûm, ji bo tevahiya girtiyên siyasî, kolberan û hwd, rojev çêdikir û hewl dan dikir. Dewleta Îranê jî her carekê bi gefa xwarina li Zanyar û Luqman dixwest xebata wî bide rawestandin û ji Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê dûr bixe. Lê, Îqbal Mûradî ti demê de, astengî nas nekirin û xwe ji Tevgera Azadiyê dûr nexist.
Dewleta Îranê timî xwestinye bi darvekirin û terorê gel û civakê çav tirsandî bike û rê li pêşiya beşdarbûna têkoşîna azadiyê bigire. Şehîd Îqbal di demekê de hate qetilkirin ku me projeya çareseriyê pêşkêş kir. Piştî demek kurt Zanyar û Luqman jî hatin darvekirin. Dewleta Îranê vê kiryarên xwe jî siyaseta xwe ya li dijî Kurdan careke din nîşan da. Xebata me ji bo ronîkirina û eşkerekirina vê mijarê berdewame. Her weke qetilkirina Kemal Pênciwênî me eşkere kirî, em ê vê bûyerê jî eşkere bikin. Tolê bistînin. Herwiha hewldanên nokeriyê yên Kurdên alîkariya wan kirine jî wê werin lêpirsînkirin.
Îro dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ku partî û hinek hêzin din êrîş dikare li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Kiryarên wiha bêyî Kurdan nakin. Ev yek ji bo me eşkere û diyare. Lê, divê bi awayekê em van kiryaran eşkere bikin. Em careke din qetilkirina Îqbal şermezar diin. Em ê tola wî bistînin û armanc û xewnên wî pêk bînin.”