QAMİŞLO – Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û tevgera li ser sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber Çerxerêya Osman Sebrî ya li rojhilatê bajêr, meşek li dar xist.
Paşê girseya gel, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, kesayetên olî û welatparêz, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokatîk a Herêma Cizîrê, nûnerên rêxistinên sivîl û nûnerên partiyan çû ber konê sersaxiyê yê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li kantona Qamişlo li yarîgehê hate vedan.
Gerîlayên HPG’ê Sînanê Sor (Alî Aktaş), Serhat Amanos (Emrûllah Dûrsûn), Navdar Sînegir (Mîkaîl Ozdemîr), Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Feraşîn (Celal Ozturk) di encama êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, di 21`ê meha Adarê de şehîd bûbûn.