RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Salên 2000’an; çerxên şaristaniya tarî ku hejariyekî kûr li jinê daye jiyandin, li dijî vê bi înat wê bibe salên azadiya jinê. Ez di bingeh de vê şaristaniyê weke çerxekî tarî û qeşa girtî dibînim. Lê belê ji salên 2000’ân û pê de biharbûna jinê dest pê kiriye. Di demdirêjiya dîroka şaristaniyê de, li dijî zivistana dijwar û berfê dijwar ya serdestiyê spartî derewînî û zordariyê, li ser cinsa jinê weke berfînên ku berf û qeşayê kun dike, azadbûnên jinê pêk tê. Bi vê, her biharbûna jinê, bihara jinê, li dijî zivistan û berfê dijwar kulîlkvedan, kulîlkvedana tevgera azadiya jinê pêk tê. Ez vê radeyê girîng dibînim. Ez bi jinê re bi dil û mejiyê xwe têkil bûm, bûm yek. Yekbûna min bi jinê re, yekbûnekî ji eniya min, ji mejiya min e. Nasnameya min ev e, formasyona min ev e, lênêrîna min li jinê ev e. Li ser vî bingehî ji biharbûna azadiyê re, ji kulîlkvedana azadiyê re dibêjim, hezar silav. Ez ji zarokan re, ji hemûyan re wê dibêjim. Min dixwest ez bibim yek ji we. 50 salî me, lê weke zarokan im. Hem ji bo jinan, hem ji bo zarokan, hem ji bo gelê me wek kesekî mayînê birûmet dibînim.
Dema ber bi çûna kongra ve, ez ji bo we sê xebatên bingehîn pêşniyar dikim. Ya yekem, dîroka jinê. Ya dûyem, şoreşa jinê, yanî azadbûna jinê. Ya sêyem peymana civakî ya jinê. Wan xebatan kurtir bikin. Li Rojhilata Navîn sêyemîn xebata min ya destanî, li ser azadiya jinê ye. Li gorî min, ev xebatê ku pêwîst bû ji beriya xebatên rizgariya welat û kedê bihata destgirtin. Xebata herî zehmet bû. Jin, çîn, netew û cinsa perçiqî ya destpêk û bingehîn ya paşverûtî û koletiyê ye. Di xuyakirinê de cewaziya cins, ji bo newekhevî û çewisandinê dibe sedem. Dema dîrok bi kûr Ji lêgervanên rastî,edalet û heskirinê re.
Aniya xwe bê lêkolan, wê bê zanîn ku jin, bi temamî goriyên despêk yên serdestiya civak û siyasetê ye. Ji bo newekhevî û koletiya li ser mirovahiyê tê ferz kirin, çîna wê ya destpêk e. Piştî kû jin hat kolekirin, anîn warê tiştekî (nesneyekî) sernerm û kedî ya malê, dor gihîştiye afirandina civak û dewletê. Piştî ku zilamê zordar û derewîn li jinê xist, bi wêra ku ji wê girtî ve destê xwe dirêjî perçiqandin û dîlgirtina mirovên din û cinsê xwe kiriye, mîtolojî û olên ku sazûmanên herî derewîn yên ramanê afirandiye. Em qala ol û mîtolojiyên serdest û kedxwaran yên derewîn û zordariyê hildiberîne dikin. Dema li ol û mîtolojiyan tê nêrîn, jin bi hezaran fêl (hîle) û zordariyan, gav bi gav ji texta xwedawend ya bixemil tê xistin, girîngî nayê dayîn û herî dawî tê tunekirin. Ez şervanê azadiyê me, tevî vê ne gengaz bû ku min vê yekê nedîtibana. Weke zarokê azadiyê yê van xakan ku olê xwedawenda dayîk afirandiye û bûye warê xwedawendên dildariyê (eşqê) yên destpêk, minê bixwesta mezinên me yên destpêk û çavkaniyên me yên dildariyê têbigihînim, lêkolîn bikim û hêcetên wan yên hebûnê bibînim. Li ser vî bingehî kûraniya ku ez gihîştim girîng e. Min dît ku pirsgirêka azadiya jinê ji netewbûn û çînbûnê zortir e. Ez wisa pê de ketim. Derfetên min bisînor in, ji bo çareseriyê nêzîkbûnek cidî ya felsefî û teorî pêwîst e. Pêwîst e were hizirîn ku çareserî ka wê bi kîjan şêwaza nêzîkbûnê çêdibe. Hûn jî dikarin lêhûr bibin. Ez dikarim bêjim tiştê ku min ji zarokatiya xwe digerî, min di çerxa neolîtîk de dît. Tiştê ku civaka neolîtîk, Hîlala Berhemdar tê gotin di coxrafyaya Kurdistana îro de çêdibe. Di bilindkirina şaristaniyê de keda me heye. Afirandina şaristaniyên Misir û Sûmer bi neolîtîk re, yanî bi me re çêbûye. Enkiyê xudayê Sûmeran yê qurnaz, nûnertiya bavikê nîv zanedar, ne tam zordar, nîv sazûmankar dike. Navê Ninhursag, Înanna navên “nîne”, “ana” ( pîrejîn, dayîk) ji wir tên. Ger derfeta min hebûya, min dixwest ka çi ji serê xwedê, xwedawendan hat binivîsinim. “Çi ji serê xwedê û xwedawendê hat? Hûn dikarin binivîsinin. Nivîsandina romana kêşeyan gelek balkêş e. Yê çanda axê afirandî jin e. Jin hêzekî awarte ye. Evqas bihêzbûna çanda dayîk, ji vir tê. Çanda jinê û çanda gel, ji neolîtîk dest pê dike. Şoreşa neolîtîk bixwe demokrasî ye. Paşketî ye lê, cewherê wê demokrasî ye. Çanda xwedawend ji Star tê heta Îştar, Înanna û Afrodît.
Îştar, Star, Stêrk ji wir tê. Weke stêrk rojbûna we silav dikim. Emê hewl bidin da ku ev çanda xwedawendê bijînin. Ev çanda me ye. Piştî damezrandina dewletên wek Misir, Sûmer û Babîl, bi azadiya jinê re çandên gelan jî hatiye çewisandin, li bin maye. Çanda gel jî bi çewisandina xebatê dewletê, mîna nasnameya jinê li bin maye, xwe nekariye bi azadiyane li ser piya bihêle. Têkoşîna azadiya jinê, wê bi hêle ku çanda gel jî derkeve eşkerebûnê. Hem jin hem jî gel di nav çerxa neolîtîk de asê maye. Ne tenê pêşveçûna jinê, pêşveçûna gelan jî ji wê çerxê û pê ve zêde pêş neketiye. Ji ber vê yekê divê ji şoreşa neolîtîk û pê de, di encama lêhûrbûnekî de were nirxandin.
Çanda xwedawenda dayîk ya dema neolîtîk, di dayîkên Kurdan de hîn bi awayekî xurt dijî. Jinên Kurd çiqas îdîaya xwe diparêzin, di cewherê wan de zêde girêdan û rêzdariya wan li şêwaza ol, çand û jiyana serdestiya zilam nîne. Girêdan û rêzdariya wan heyîn jî, ji ber çewisandin û kevneşopiyên madî û manewî, vê rewşê ji neçariyê pejirandine, dema derfet dîtin jî serî hildidin. Ne tenê jinên Kurd, tevayî jinên Rojhilata Navîn wiha ye. Di cewhera felsefeya Zerdeşt de li hember tiştê Semîtîk yê kole, berxwedanek heye. Ger di malbatên me de hin tiştên erênî hebin, kevneşopa Zerdeşt e. Zerdeşt li hember giyana koledariyê, raperîna destpêk e. Li ser vî bingehî di tevayî serhildanên demokratîk yên Rojhilata Navîn de cihekî jinê yê taybet heye. Weke hêza afirîner ya neolîtîkê, bi tu awayî ji aliyê civaka çînî ve xistina xwe nikare bipejirîne. her tim biguman li serdestiya zilam meyzandiye. Bi temamî di cewaziya wê de ye ku mafên wê tê xwarin. Bêçaretiya wê, wê di nav êşên kûr de dihêle. Di zanabûna vê de ye ku tu demî ne şayanê di xistina vê rewşê de ye. Ew di bingeh de bixefî alîgirê çanda xwedawend e. Tu carî jidil de bawerî nedaye xwedayên zilam. Di zanebûna vê de ye ku her tim di nava valatiyekê de ye. Bi êş û bi hêrs dihese ku rêz û hezkirina ku mafê wê ye, nayê nîşandan. Tu carî nebexşandiye ku ewqas neçarî destê zilam hatiye xistin, zêdetir jî xwe nebexşandiye. Di cewaziya wê de ye ku zilam gelek ji dûrî hezkirinê ye, hovane û bê exlaq e. Baş dizane ku ji hêza dildariyê dûr e. Gorîbûna ewqas nakokîyan, berevajiya vê jinê ji nezaniyê zêdetir, nêzîkî zanayiyê kiriye. Dema bawerî da, di hêza nîşandana girêdaniya herî xurt de li ser wê nîne. Di giştî de tevayî jin, bi taybetî jinên Rojhilata Navîn, ji ber van taybetmendiyên xwe hêza civaka demokratîk ya herî zindî û çalakiyê ye. Divê bala jinê bê kirin. Têkoşîna azadiya jinê ji têkoşîna çînî bi nirxtir e. Jin garantiya mafê mirovan û demokratîkbûnê ye. Asta azadiya jinê, asta azadiya civakê diyar dike. Pêşketinên ne bi eksena jinê, nekare serbikeve. Ji ber vê yekê ne tenê ya jina Kurd e jî, ez dibêjim, ronesansa jinê ya Rojhilata Navîn e. Ronesansa li Rojhilata Navîn, li ser bingeha derketina jinê çêdibe. Ez li dijî qirêjbûna spartî dogmayên mezin, paşverûtî û serdestiya zilam lêhûr dibim. Ew, incax bi ronesansa jinê derbas biye.
Jin weke çîna herî kevin û herî di jêr de, mijarekî çewisandin û kedxwariyê qatqatî ye. Pirsgirêka jinê ku nû-nû pêşî vedibe, qasî ku çerçoveya civaka kapîtalîst danegire mijarekî berfireh e. Azadiya jinê weke pîvana giştî ya tevayî azadiyan, xwe avêtina gavên xwe yên destpêk amade dike.
Ji çerxa jinê derbasbûna çerxa zilam, li dijî jinê rêya windabûnên mezin vekiriye. Dîroka civaka çînî ya 5000 salî, zêdetir ji jinê re daye windakirin. Çewisandin, heqaret, cewaziya cinsiyetiyê bi her hêlê, newekheviya her cureyî, li şayanê (layîqê) jinê hatîye dîtin. Jina ku weke şewitî, hatiye şewitandin, tê hewldan ku ji bin xwelî ji nû ve bê paqijkirin û bê derxistin. Şûna ku tevayî mafên kesî, bê ku bi tu mercê ve bê girêdan, ji jinê re bê nasîn, di dawiyê de, ew jî bisînor anîna rojevê, bi aliyên kûr, dîrokî yên bêmafiyê ve têkildar e. Mijar qasî ku bibe şaxekî zanista civakê, berfireh e û bi serê xwe ji têkoşîna siyasî û hûqûqa demokratîk, bi bername, biplan, rêkxistî re, qasî ku hewldana wadeya demdirêj pêwîst bike girîng e. Ji têkoşîna netewî û çînî hem di aliyê cewher, hem jî aliyê şêwe taybetir û jiyanî ye.
Di roja me de incax navê pirsgirêk hatiye danîn, naverokê xwe tam nehatiye diyarkiriin. Tam bi wateya xwe ve bername, stratejî, şêweyên rêxistin û çalakiya nerûniştiye rojevê. Çawa dîrok, li ser bingeha koletiya cinsê jinê, weke dîrokekî zordarî, şer, mêtîngerî û derewîn dest bi şaristniya civaka çînî kir, bi têkoşîna azadiya jinê û serkeftina wê re jî weke dîrokekî azadî, aştî û rastiyê, wê ji nû ve bê afirandin û were nivîsandin. Tevayî nîşanek (gösterge) didin nîşa ku di dema berbanga şaristaniya nû de, azadiya jinê wê rola diyarker bileyîze û dubare, lê di asta jortir de wê çerxekî jina azad were jiyandin.
Di pêşketina demokrasiya hemdem de mafê mirovan û azadiya jinê, di serî mijaran de tê ku girîngiya wê her zêde bibe. Dibe nirxandinekî kêm ku mirov mafê mirovan û azadiya jinê yek ji saziyên civaka kapîtalîst bihesibîne, berevajî di pêvajoya derbaskirina şaristaniya kapîtalîst de, dema kemahiya rastiya wê ya rêvebirî û jiyanê eşkere bûyî, ew pêşketine. Mafê mirovan û azadiya jinê, du parçeyên bingehîn yên demokratîkbûna civakê yên giştî ne.
Her ku çerçoveya şaristaniya klasîk tê derbaskirin, şansên wan yên pêşketinê zêde dibin û di rêya ku diçe pêşketina şaristaniya nû de, dibin du rastiyên bingehîn ku pêvajoyê herî zêde diyar dikin. Ne hilberînekî mercên civakê kapîtalîst, wê jî şûn de dihele, pêşketina civakî ne. Bi vê aliyê xwe ve bersiva pîvanên demokratîk ya hemdem dide. Pêşketina demokratîk ya hemdem, herî zêde xwe di mafê mirovan û azadiya jinê de dide nîşandan. Çerçoveya yasaya şaristaniya nû, di bingeh de wê mafê mirovan diyar bike, di bingeh de zemîna wê ya civakî, wê azadiya jinê çêbike. Peresan (ewrîm) û kûraniya demokrasiya hemdem, pêşketinên di vê her dû şaxê de wê diyar bikin. Wisa diyar e ku di derketina şaristaniya nû de ev her du mijar wê rola serekî bilîzin.
Serfiraziya civaka demokratîk ya dawînî bi jinê ve gengaz e. Ji neolîtîk û vir ve gel û jinê ku li beramberê civaka çînî de asê mane, weke xûdana pêngava demokratîk ya rastîn hem tola xwe ji dîrokê hildide, hem jî xwe bi cihkirina çepê şaristaniya demokratîk ya bilindbûyî ve antîteza pêwîst diafirîne, bi rastî di çûna ber bi civaka wekhev û azad de hêza civakî ya herî saxlem pêk tîne. Li Rojhilata Navîn antîtezbûyîna demokratîkbûna civakê, wê zêdetir di saya jinê de û piştî wê jî di saya ciwaniyê de çêbibe. Şiyarbûna jinê, wek hêza pêşeng ya civakê, di sahneya dîrokî de cih girtina wê, di nirxa antîtezekî rastîn de ye. Cîhana jinê, zanedarî, wîjdanî, heskirin û parastina jinê, berendama afirandina nirxên şaristaniyî yên cewaz e. Ji ber karakterên şaristaniyan yên çînî, li ser bingeha serdestiya zilam pêş dikeve, ev yek dibe sedem ku jin ji vî alî ve jî jinê tîne merca antîtezekî xurt. Hem derbaskirina cewaziyên çînî yên civakan, hem jî bi dawî anîna serdestiya zilam, ji wêdetirê antîtezbûyînê, di nirxa senteza nû de ye. Her wiha di demokratîkbûna civaka Rojhilata Navîn de merca jinê ya pêşeng di çapê cîhanê de hem di merca antîtezê de (çavkaniya xwe ji Rojhilata Navînbûyînê digire) hem jî merca sentezê de taybetmendiyên dîrokî hildigire.
Azadiya jinê di şêwegirtina şaristaniya nû de wê rola her terazîner (dengeleyici) û wekheviyane bilîze. Jina ku ji rûxîna civaka neolîtîk û vir ve ji civakê hatî birin, wê dûbare di mercên rêzdar, azadiyane û wekheviyane de cihê xwe bigire. Ji bo vê wê tevayî xebatên teorîk, bernameyî, rêxistinî û çalakiyî were kirin. Rastiya jinê, ji têgehên çîna proleter û netewa hatî perçiqandin ku demekî gelek qala wê hat kirin, mijarekî şênber (somût) û tê analîzkirin (tahlîlkirin) e mirov dikare bêje ku veguhertina civakê ya herî bingehîn, bi veguhertina ku wê jin pêk bîne ve diyar bibe. Jin çiqas wekhev û azad e, tevayî aliyê civakî jî ewqas wekhev û azad e. Weke payîdar di cihgirtina demokrasî û laîkiyê de rola demokratîkbûna jinê wê diyarker bibe. Li ser rastiya jinê ev bernameya kurt jî nîşa dike ku tevgerîna civaka nû wê di rengê jinê de rewşekî serekî bijî.”
WÊ BIDOME…
Şirovê 2