NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî 24’ê Tîrmehê 2015’an li dijî Kurdistanê bi konsepta topyekun ya êrîşkirinê re qedexe, rûxandin, talan, qetliam û herwiha îşkenceyên li dijî gel roj bi roj zêdetir bûn. Ev pêk anînên ku herî zêde li Amedê tê jiyîn, herî zêde ciwanan dike armanca xwe. Bi berxwedana Xwerêveberine re dewleta faşîst ku digot “me xelas kir”, lê ev ciwan ji milê polîsên faşîst yên Akp’ê tên hedef girtin. Ev talîmatên êrîşkirinê polîsê dagirker Alper Güneş yê ku berpirsyartiya ‘Midûrê Têkoşîna li dijî Terorê (TEM)’ ya Amedê girtiye ser xwe dide, îşkencekarê li zindana Amedê ya hejmara 5 Esad Oktay Yildiran tîne ber çavê mirovan. Dagirker Alper Güneş û parêzvanê wî Ufuk di her çalakiyên demokratîk ku li bajar tên lidar xistin îşkence li gel dike.
OPERASYONA 9’Ê COTMEHÊ
Di 9’ê Cotmehê 2018’an de li gelek navendan li dijî siyasetmedar û rojnamevanan operasyon pêk hat, ev operasyon ji milê midûrê TEM’ê Alper Güneş wek “Min di 20 salên dawî de dosyaya herî baş amadekiriye” hate pênaskirin û bi vê re operasyona duyemîn ya “KCK’ê” da destpêkirin û nêzî 150 siyasetmedar û rojnamevan da girtin.
DERIYÊ AVAHIYA HDP’Ê HATE ŞIKANDIN Û PEHÎNAN LI PARLAMENTERAN DA
Piştî ku Hevseroka DTK’ê Leyla Guven çalakiya grevên birçîbûnê dabû destpê kirin, di 3’ê Adarê de Parlementera HDP’ê Dersim Dag, di 8’ê Adarê Parlamenterê Wanê Tayip Temel û Murat Sarisaç li avahaiya HDP’ê ya Amedê tevlî çalakiyê bibûn. Di 8’ê Adarê dema hin çalakî didomiya êrîşek pêk hat. Deriyê avahiya HDP’ê bi talîmata midûrê dagirker Alper Güneş hatibû şikandin û parêvanê xwe Ufuk (Co) şand hindurê avahiyê û bi awayekî hovanê êrîşî Parlamenterê ku di greva birçîbûnê de bûn kir. Çawa Esad Okay kûçikê xwe Co dişand hindurê qawîşa, dagirker Alper Guneş jî parêvanê xwe Ufuk şand hindurê avahiyê tu talîmata êrîşkirinê da, Ufuk bi pehînan çû ser parlamenterê HDP’ê Murat Sarisaç.
DIZÊ TELEFONÊ
Di 8’ê Adarê dema êrîş birin ser avahiya HDP’ê ya Amedê midûrê dagirker Alper Guneş telefona parlamenter Saliha Aydeniz ji destê wê girt û dizî. Dagirker Guneş piştre telefonê şikand û bi riya esnafa perçeyên telefonê gihand avahiya Amedê.
PARLAMENTERA HDP’Ê HEDEF GIRT
Di 17’ê Adarê dema ji bo bal kişandina li ser grevên birçîbûnê çalakî li navçeya Amedê Rêzanê li parka Koşuyolu pêk hat, dîsa midûrê dagirker Alper Guneş talîmata êrîşkirinê da. Polîsên dagirker ku êrîşî gel kir, parlamentera HDP’ê Remziye Tosun bi zanebûn kir hedef. Piştî Remziye Tosun bû hedef bi TOMA’yê êrîş bir ser û bi giranî bîrîndar kir.
AKTORÊ SEREK YÊ KU ÊRÎŞ DIBIR SER DAYIKAN
Dayikên Laçîk Spî ku ji bo bal kişandina li ser Grevên Birçîbûnê rojane derdiketin qadan bi talîmatên midûrê dagirker Alper Guneş dibûn armanca êrîşên polîsên faşîst. Di pêvajoya grevên birçîbûnê Alper Guneş bi kûçikê xwe Ufuk (CO) îşkence li gel dikir.
DEST DIRÊJÎ LI PARLAMENTERA HDP’Ê KIR
Herî dawî di 8’ê Tîrmehê bi pêşengtiya Meclîsa Ciwanên HDP’ê bi şiyara “Ji Şer re na, ji çareseriya siyaseta demokratîk re erê” meş wê pêk bihata. Dîsa jibo meş pêk ne, midûrê dagirker Alper Guneş talîmat da û êrîş bir ser gel. Di êrîşan dîsa Parlamenterê HDP’ê bûn hedefa êrîşan. Şêwirmendiyên parlamenterê HDP’iyan piştî ku hatin binçavkirin, midûrê dagirker Alper Guneş û kûçikê xwe Ufuk (CO) dest avêtin parlamentera HDP’ê Saliha Aydeniz û êrîş birin ser wê.
Midûrê TEM’ê dagirker Alper Güneş û parêzvanê wî bi navê Ufuk di her çalakiyên demokratîk de êrîşî Parlamenterê HDP’ê, dayikên aşîtiyê û ciwanan dike. Midûr Alper Guneş û parêzvanê wî Ufuk, komutanê îşkenceyê Esad Oktay û kûçikê wî Co ku li zindana Amedê hovitiyê dikir tîne ber çavê mirov.
NÇ / Niştîman Amed