QAMIŞLO – Radyoya Dengê Cudî bi slogana “Dengvedana Dengê We Ye” li bajarê Rojavayê Kurdistan li Qamişlo weşan dike. Bi wesîleya Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmehê de dest bi weşana xwe ya nû kir. Beriya niha ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana hatibû sekinandin.
Ajansa me hevdîtineke bi endamê radyo Mûeyed Mihemed Elî pêk anî û got: “Em dîsa piştî bi dawîkirina amadekariyên dawî yên radyoya Dengê Cudî dest bi weşana xwe ya nû dikin. Ev demek ji ber amadekariyên xurtkirina teknîkê weşan hatibû sekinandin. Ji ber sekinandina weşanê em lêborina xwe ji gohdarên xwe re dixwazin û spasiya wan dikin ku li benda man.
Radyoya ciwanan ya Dengê Cudî di destpêka Şoreşa Rojava de radyoya yek bû ku bi Kurmancî weşan dikir.