BRADOST – Dewleta Tirk a dagirker êrîşên ên li ser Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e didomîne, van rojên dawî artêşa Tirk a dagirker li qada Bradostê ya navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê gelek caran êrîş bire ser sivîlan.
Îro berê sibehê li qada Bradostê dema ku şivanê Kurd, zarokê bi navê Rêyan Zubeyr pezê xwe diçêrand, leşkerên Tirk bi çekên giran lê reşand. Zubeyr ji ber êrîşa leşkerên Tirk ên dagirker reviya û piraniya pezê wî li qadê ma.