QENDÎL – Çalakiya ciwanana a mertalên zindî ya li jî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Ciwanan êrîşa balafirên şer ya li ser wargeha penabera a Mexmûrê bi tundî şermezar kirin.
Çalakiya ciwanan li Binarê Qendîl dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Ciwanan bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîşa balafirên şer yên artêşa Tirk ya duh li ser wargeha Memxûrê bi tûndî şeremezar kirin.
Endama Jinên Ciwan ya Têkoşer Avesta Xabur daxuyaniyê xwend û got; “Di salvegera şoreşa mezin ya Rojavayê Kurdistanê de, dewleta Tirk a dagirker êrîş bi ser wargeha penaberan Mexmûrê. Bi vê yekê îspat bû ku dewleta Tirk çav ber daye ser destkeftiyên gelê Kurd. Ji bo vê em weke ciwan l bang li raya giştî ya cîhanê dikin daku sînorek ji bo dagirkeriya dewleta Trik danin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan 7’emîn Şoreşa Gelên Bakurê Suriyeyê hat pîroz kirin û wiha hat gotin; “Em soz didin şehîdan heya em bigihin armancên wan, emê xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin.”