RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Min xwest di nêzîkatiya jinê de hinek pêş ve biçim. Min xwest, ev her du mijar di berdewamiya dîrokê de bûye hestî rûxînim, taybetmendiyekî derxînim holê. Min xwest, ewên ku weke çînbûna herî kevin û kûr hatî perçiqandin, rastiyên xwe yên cins û cinsî ku weke çarenûs pejirandine û di bingeh de zêde ne cewaziya wê de ne, bê ku rêzdarî li tu rûbera (xemna) exlaqî û olî bigirin, derxînim holê, pêk bînim ku cinsên xwe ji serkeftina xweyîbûnê û azadiyê nekişînin, berevajiya vê yekê jî weke exlaqekî azad, zayendiyên xwe weke meta (mal ) bikar neynin. Lê ev fedekariya me ya mezin, di nava me û dervey me de ji aliyê gelek jin û zilam ve hate xwestin li hemberî min bê karanîn. Ez ne di vê rewşê de bûm ku ez bitirsim. Neserkeftina jina azad û jiyana azad, min her tim weke kêmahiyekê mezin dît û li hember tepkî girt. Lê belê heta vê temenê xwe, di vê mijarê de bin neketinê, min derfetekî mezin ji bo xwe hesiband. Vê yekê weke mîras û kombûnekî mezin nirxandina we, bi taybetî jinên ku di îdîaya xwe ya azadiyê de jidil û hêzdar, min derfetekî mezin hesiband.
Min damezrandina PJA’ê bi rêzdarî pêşwaz kir. Ev yek di azadiyane diyarkirina çarenûsên (qeder) xwe de gavekî dîrokî, di eşkerekirin û analîzkirina nakokiyan de dikare pergalekî bingehîn bilîze. Lê belê girîng e ku bi lê nêrînekî mîtolojîk, olî, felsefî û zanistî, di nava tevayî aliyê dîrokî û rojevî de analîz bikin, li ser vî bingehî xefekî şêweya îdeolojîk, bernameyî, rêxistinî û çalakiya xet bikin û jindar bikin. Sazkirina van ya akademiyekî azadiyê pêwîst e û di cih de ye. Xebatên weqfa azad û di saziyên civaka sivîl yên her cureyî de pratîkbûna wan, di pêkanîna Şoreşa Jinê Şoreşa Gulêye 4 nasnameya azad û jiyanê de dibe ku rola mezin bilîze. Di giştî de di sazkirina civaka demokratîk de rola pêşengtî lîstina wan, ji ber bastûra wan ya şênber û selmana (ispata) veguhertina wan e.
Berîdana min ya pirsgirêka jinê ji wêdetira pirsgirêka şerefê ya kesî ye. Tam li dijî pêdiviyên zayendiya hêsan e jî. Ji min re weke mêrxasiyekî rastîn hat ku hevdîtina cinsan bi mîsoger derxînim jortira ajoya heywanî ya zayendî (cînselî), derxînim asta dostanî û rêhevaltiya mezin û ketim cewaziya wê ku xwe ji kişandina jinê newêrektî ye. Tirs, zilamê serdest afirandibû. Ez ne zilamekî ewqas hêja bûm. Dayîka min ji min re digot; “tû nikarî bibî reîsa malbatê jî”. Ev yek ne xema min bû. Gelek girîng bû ku ez bibim zilamekî cewaz. Dema ez qala kuştina zilam dikim, wan diyar dikim. Di vê mijarê de wêrek bûyîn, wêrektiya herî mezin e. Ez weke zilamekî, zilamê di xwe de baş kuşt. Ev yek wêrektiya herî mezin e. Ezê vê yekê hem ji bo rêzdariya dayîkê, hem jî ji bo dildariyê bêjim. Di xûyakirinê de herkes dibe dildar, ji dayîka xwe hez dike. Ez vê yekê weke dûrûtî dibînim. Ji bo min tu girîngiya wê nîne. Dibêje “gelek ji te hez dikim”, xençerê lê dide. Di bin navê namûsê de vê lîstikê dilîze. Dema dibêje “hez dikim” jî di cara duyemîn de bi kêrê lê dida. Weke cins jinê diêşîne, mehfa fizîk, hiş û hestên wî tîne. Zilamê sosyalîst yê ku “her heye ez im”, heta jin jî xwe ji fîgûrên vê lîstikê yên hêsan rizgar nedikirin. Ev bêmafî gelek xofdar e. Ewqas mirov bi navê dildariyê, rastê tevkujiyan tên. Tevkuştina jinê; ji kuştina çand, ji tevkuştina gel bi xetertir e.
Jin; xwediyê jiyanê, axê yê rastîn e. Divê em bi navê dildariyê, pêşiya tevkuştina giyan û fizîka jinê bigirin. Divê di jinê de namûs hebe, lê ev yek bi kêrê, bi kuştinê nabe. Min got wiha nayê jiyandin û bi hêza tehnbûna azadiyê ve min giranî da pirsgirêkê. Di bingeh de ez dixwazim di mijara jinê de romanek binivîsim. Ger derfet bibînim ezê binivîsînim. Hêza min qasî bi we re hevaltiya herî xurt bike jî heye. Û heta roja îro min dahûrandin, diyalog, axaftinên berfirehî jî kirin. Ne weke xwediyê we, weke hûnermendekî ji rawestîna fizîkekî xweşik, heya çîrûskbûna jîrayiya (zeka) we û bi dengê zimanê we, heta hûn bigihîjin asta tama herî şîrîn, min destkariya her tiştê we kir. Hûn mezin bûn, mezin hatin xwedîkirin, lê hûn xeşîm bûn. Jiyana bilanet û ezbeniyên we yên zilam li ber serê we bûn. Hûn ji dûrî tecrûbe û hostatiyê bûn ku li hemberî wan û li gel wan şerê cinsî ya mezin bidin. Bi vê êşê we xwe ji kendalan avêt. Di nav agir de we xwe şewitand, bi bombeyan we xwe parçe kir. Weke jin, bi navê mêrxasiyê her tiştî kir. Lê hûn tenê xwe bûn. Zilamtiya li hemberî we, nedixwest ji nêzîkatiya xwe ya qebe wêdetir, nêzîkatiyekî bi cureya din, dostanî û rêhevaltiya wekhevan ya mezin bîne bîra xwe. Weke kulîlkan diçilmisîn. Di vê mijarê de pêwîst e çete ji nû ve werin analîzkirin. Divê heval vê yekê bikin. Ev yek qasî tê texmînkirin bi xetertir e. Min qala çeteya çarmend kiribû. Ev yek lingê çeteya Tirkiye pêk tîne. Yek ji linga çeteyan ya derve heye. Ev jî yê ku Çûrûkkaya avakirîn in. Ew çeteya xanedaniyê ne. Eşîrên teng in, malbatî, heta mezhebî ne. Aliyên wan yên zazayî jî hene. Ew gelek çavtarî ne û nirx nadin mirovan. Hogir hebû, Talabanî wî revand Ewropayê. Kor Cemal hebû, gelek ciwanên zanîngehê tevkuşt. Herifandinên wan li ser jinê jî gelek kur in. Bi şîdet li dijî azadiya jinê derketin. Pêwîst e hemû ji nû ve were dest girtin.
Qasî ku jidil de bawerî bidim çanda xwedawenda, ez gihîştim hêza rêzdarî û hezkirinê. Her çiqas xayîn û hevkarê wan derbikevin jî, jibîrkirina yên ku bi dil û can tevlî van hewldanan bûyîn, tu carî ne gengaz e. Lê şehîdên wê, ewên weke azîzeyên van xak û gelan her tim werin bibîranîn. Her yek ji wan merxasekî rast in, di rewşa xwedawend de ne. Hûn yên mayîn, min yekîtiya we û partîbûna we bi rêzdarî pêşwaz kir, ez bûm alîkar. Min her tim got, pêwîst e hûn bibin garantiya jiyana azad û xweşik. Wê rojekê misoger hûnê bigihîjin jina hêzdar ya ku bikare zilamê paşverû, derewîn û zordar bîne ser xetê; bi vê baweriyê min hewldana xwe heya dawî domand. Mirov bi tenê jinê ku bûye malê wî, nikare mezin bibe, nabe zilam. Ne min xwest wisa mezin bibim, ne jî min xwest ez bibim zilam; heta wiha bûyînê min weke bêrûmetî dît. Ez zanim, min jinê xist rewşekî zor. Min jinê anî warê parçeyek ji agir, ez vê jî dizanim. Ez zanim yên di nava xwe de dijminahî dikin, gelek bêmafî dikin jî hene. Min we tenê hişt, ez vê jî dizanim. Lê rastiyekî herî girîng ku ez dixwazim hûn bizanin; pêwîst e hûn qasî çarenûsa şer jî, aştiyê jî diyar bikin, bihêz bibin. Bê vê jiyan heram e. Bê vê dildarî nabe. Bê vê tu bêrî nayê derbaskirin..
Tenêtî û cudatî, ji bo derxistina van mezinahiyan û serxistna serdestiyan, rêya ku pêwîst e were derbaskirin û fetûre deynê yên pêwîst bê dayîn e. Ev têkoşînekî zor e. Hûn dikarin tenê bimînin, ji tenê mayînê netirsin. Tenêtî xûdabûn e, bi wê re hûnê rastiya xwe bibînin. Li dûv hezkirinê erzan nakevin. Tenêtiya xwe vegerînin çavkaniya hêz û mezinahiyê ye. Ez nirxa mezin didim we. Hûn di rêyekî xweşik û rast de ne. Divê hûn vebin û xwe bikin serdest. Hûn rêhevalên birûmet in. Jixwe bawer bin. Ne pêwîst e hûn bêjin “emê çi bibin” dawî li tegihînên (anlayış) xwe yên cîhana kevin bînin. Li ser min penasînên wê yên pir xweş hene. Girêdana min bi we re wiha ye. Tevî dîroka qirêj ya 5 hezar salî, ez daxwaz dikim, hûn her ku biçe baştir bibin, li hember cîhana zilam tarî kirî xwe paqij bikin û rastiyên xwe biafirînin. Hem ji bo rêzdariya dayîk, hem jî li ser dildariyê ezê vê yekê bêjim.”
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/19/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-1/