ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) bombebarankirina Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê) şermezar kirin.
Balafirên şer ên Tirk ên dagirker di şeva 18’ê Tirmehê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombe kirin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn. Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) bi daxuyaniyek nivîskî bombebarankirina Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê) şermezar kirin.
Daxuyanî wiha ye;
Ji bilî serkeftinê ti riyek me ya din nîne. Çawa ku di şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de xeta fedaîyane hat nîşan dayîn îro jî ev xet li Xakurk, Biradoste, Başûrê Kurdistanê û li Qandile berdewam dike. Ji dewleta Tirk a faşîst û xeta xiyanetkar a PDK’ê û hevkarên wan re ev tê nîşan dayîn ku jin û ciwanên ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo re xwe perwerde dikin ti carî li beramberî xeta xiyanetkar û faşîzme serê xwe natewenin û heya serkeftin misoger nebe ev berxwedanî di bajaren de, li qadên parastina medya û li her cihê ku dagirkerî heye wê mezintir bibe.
Tirsa ku dewleta Tirk û PDK’ê beramberî fikir û felsefeya Rêber Apo jiyan dikin, dizanin ku xwedîderketina vî fikir û felsefeyê wê dawiya wan bîne. Ji ber vê yeke îro êrîşeke hovane didin meşandin. Bi taybet salvegera şoreşa Rojava de beramberî xeta berxwedana dîrokî êrîşa ku li ser Wargeha Ş. Rustem Cudî (Maxmûr) pêk anîn jî şerê wan ê bê ehlaq dide nîşan dayîn .Wek jinên ciwan û yekîtiya ciwanên Êzidî van erîşan şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî dewleta Tirk û PDK’ê bêdeng nemînin. Em ê şopdarên şehîdan bîn. Em qet xeta Mam Zekî, Helmet û Arînan ji bîr nekîn. Wê her cih bibe gora faşîzmê. Bila ti kes ajan û MÎT’ê di nava xwe de qebûl nekin.
Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) dubare êrîşa li ser Mexmûr ê şermezar dikin. Berxwedana Mertalên Zindî ya Ciwanên Welatparêz yên li Qendîl û Biradostê re serkeftinê dixwazin.