AMED – Li kolana Karacadag a navçeya Baglar a Amedê polîsên Tirk bi îxbarekê avêtin ser malekê.
Di serdegirtinê de ku êvarê pêk hat şer derket. Hate ragihandin ku di şer de kesekî jiyana xwe ji dest daye, polîsekî tîmên taybet jî birîndar bûye.
Tê gotin, yek jê xwediyê malê du kes hatine destgîrkirin.