MEXMÛR – Asayîşa PDK’ê piştî bûyera 17’ê mehê a li Hewlêrê qewimî, 4 roje nahêle kes ji wargeha penaberan a Mexmûrê derbikeve. PDK destûrê nade nexweşên giran jî ji bo tedawiyê derbazî nexweşxaneyên Hewlêr bibin.
Di 17’ê Tîrmehê de li restorantek Hewlêrê endamek konsolosxaneya dewleta Tirk û 2 kesên din hatin kuştin.
Piştî bûyerê rêyên Hewlêr-Kerkûk-, Hewlêr- Silêmanî û Hewlêr -Mexmûr li trafîkê hatin girtin. Hemû rêyên din li trafîkê vebûn. Lê ne ji bo şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê. Asayîşa PDK’ê nexweşên giran jî din av de, ev 4 roje nehalê kes ji şêniyên Mexmûrê derbazî Hewlêrê bibe.
Rojane bi sedan karker ji bo kar berê xwe didin Hewlêrê. Herwiha ji ber bê derfetiyê bi dehan nexweşên giran jî ji bo dedawiyê diçin Hewlêrê.
Lê heya niha Asayîşa PDK’ê bê ku sedemek nîşan bide, nehiştiye ti welatiyên xelkê wargeha Mexmûrê biçin Hewlêrê.
Karker hatin binçavkirin
Hêjayê gotinê ye Asayîşa Hewlêrê piştî kuştina endamê konsolosxaneya Tirk, bi ser malên jinên ciwan ên ji Wargeha Mexmûrê ku li Hewlêrê kar dikirin de girtin.
Şeva 18’ê Tîrmehê saet di navbera 01.30 û 02.00’yan de endamên asayîşê bi ser gelek malên ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ên li Hewlêrê kar dikirin de girtin.
Di serdagirtinan de tiştên nava malan hemû hatin serobinokirin û 16 jinên ciwan hatin binçavkirin.
Ji ciwanên ku hatine binçavkirin, 11 kes di saetên nîvro de hatibûn berdan. 5 kesên din jî duh bi şev di saet 12:00’an de hatin berdan.
Kesên bi Tirkî di axivîn jî tevlî serdagirtinê bûne
Li gorî zanyariyên ku ciwanên hatine berdan dabûn, di serdagirtinê de kesên ku bi zimanê Tirkî di axivîn jî hebûne. Van kesan bi zimanê Tirkî ji ciwanan re gotine “Em dizanin hûn kîne, hun alîgirên PKK’ê ne”.
Hêjayî gotinê ye piştî bûyerê rojekê balafirên artêşa Tirk a dagirker carek din êrîşê xelkê Mexmûrê kir. Balafiran di nîva şevê de derdora wargehê bombe kirin. Di encama êrîşa balafirên artêşa Tirk a dagirker de 2 kesên sivîl birîndar bûn.