NAVENDA NÛÇEYAN – Îstîxbarata dewleta tirk a dagirker (MÎT) û saziyên ewlehiyê ji bo xebatên siyasî yê Tevgerên siyasî ên Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê bişopînin û endamên partiyên siyasî bi teknîkê bixe bin kontrola xwe cîhazên nû ên qeydkirinê çêdikin û bikar tinin. Ev car îstîxbarat bi cîhazên ku bi qasî destê mirov welatparêz û siyasetmedarên Kurd dixe bin kontrolê.
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, ev cîhaz bi meqnetîza li binya wesayîtan tê bi cihkirin. Di nav cîhaza biçûk de qertek ji bo ku agahiyan qeyd bike û sîstema GPS (Pergala Tesbîtkirina Cih) heye. Bi vê cîhazê îstîxbarat derdixe holê ku ew kesanê ew kontrol dike, kengî çuye kijan cihî.
Bi taybet siyasetmedarên Kurd ku demdirêje aktîf xebatan dike, an jî nû nû dixwazin tekevin nava xebatan bi vê cîhazê tên şopandin.