BRADOST – Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê rawestînin û pêşî li pêşveçûna dagirkeriya Tirk a li herêma Bradost bigirin ji 14’ê Hezîranê ve li du deverên cûda çalakiya mertalên zindî dane destpêkirin. Çalakiya mertalên zindî ku destpêkê 14’ê Hezîrana 2019’an li Qendîlê destpêkiribû dewam dike û ji bo berfireh jî bibe 24’ê Hezîranê beşek ji mertalên zindî berê xwe dan herêma Bradost a timî dibin êrîşên Tirkiyê de. Çalakiya Qendîlê ku niha jî bi serdanên piştgiriyê didome ket roja 37’an û ya Bradost jî ket roja 27’an.
Çalakvanên mertalên zindî Hozan Çiya, Navdar Başûr û Amed Başûr di roja 27’an de asta çalakiya xwe û bangawaziyên xwe bi riya ajansa me ji raya giştî re ragihand.
Çalakvan Hozan Çiya ji ajansa me re axivî û diyar kir ku çalakiya wan bi coş û moral berdewam dike û der barê çalakiyê de ev agahî dan:
“Çalakiya me ya mertalên zindî a li Bradostê bi coş û moralek mezin berdewam dike. Ez bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê, taybet jî yê li Zaxo, Hewlêr û Dihok dikim. Êdî dem dema helwest nîşandayinê ye. Niha dema wê ye ku herkes îrada xwe, û helwesta xwe derbixe holê. Dewleta dagirker a Iran û dewleta xwînxwar û faşîst ya Tirk bi her awayî êrîşî Kurdistanê dikin. Erka sereke ya ciwanan, li dijî van helwest nîşan bidin. Qet nebe, bila dengekî biçûk jî der bixe, bila piştgiriya xwe ji bo çalakiya mertalên zindî nîşan bidin. Ez dîsa bang li Ciwanan dikim ku beşdarî mertalên zindî bibin, eger îro dewletên dagirker bi tank û topan êrîşî xaka me dike, kesên sivîl qetil dike pêwîste em jî bi wijdanê û exlaqê xwe tev bigerin. Ji ber vê dema helwestdayînê hatiye. Pêwîste Ciwanên Başûr, taybet yê Zaxo, Hewlêr û Dihok beşdarî vê çalakiya mertalên zindî bibin.”
Çalakvanê ku ji destpêka çalakiyê cihê xwe di nav de digre Navdar Başûr bang li Ciwanên Rojava kir ku ew jî beşdarî çalakiyê bibin û wiha axivî:
“Li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakiya me bi tevlîbûna ciwan, jinên ciwan û gelê me didome. Ev çalakî wê heta ku xeterî li ser herêmê hebe bidome. Em wek çalakvanên mertalên zindî bang li hemû Ciwanan, taybet jî Ciwanên Rojavayê Kurdistanê dikin, bila werin serdana me, bila werin tevlî çalakiyê bibin. Dest bi dest em çalakiya mertalên zindî befirehtir bikin. Li dijî dewleta faşîst û dagirker ya tirk û kesên xwefiroş em dest bidin hev û têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
Çalakvan Amed Başûr di axaftina xwe de bal kişand ser xeteriya êrîşên dagirker ji bo tevahî Kurdistanê û ev tişt got:
“Çalakiya me heta niha baş diçe, bi hemû coşa xwe berdewam dike. Ez bang li Ciwanên her çar hêlên Kurdistanê dikim ku beşdarî vê çalakiyê bibin. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk î ro ji bo hemû Kurdistanê xeteriyeke, rojane bi bombebaran û topbaranan êrîşî xaka me dikin. Ji bo parastina sinorê Kurdistan, ez bang li ciwanên her çar hêlên Kurdistanê dikim ku beşdarî vê çalakiyê bibin.”