DÊRIK – Rojava di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de mohra xwe danîn binê şoreşekê ku bû hêvî ji tevahiya Rojhilata Navîn re. Li vî parçeyê Kurdistanê ku Ocalan 20 salan ked lê da, dema ku roja şoreşê hat stratejiya ‘rêya sêyemîn’ a Ocalan xwe nîşan da û şoreşa ku di çarçoveya vê stratejiyê de pêk hat 7 sal li pey xwe hişt. Şoreş bû şoreşa gelan.
Derheqê destpêka Şoreşa Rojava malbatek welatparêz bîranînên xwe ji ajansa me re tinin ser ziman. Ji destpêka Şoreşê heta roja me ya îro, guhertinên ku Şoreşê bixwe re anî malbatê yek bi yek nirxandin.
Elî Hacî ku bixwe di nava xebatên Çandê yê Koma Cudî de cih girtibû destpêka Şoreşê wiha vegot:
“Gelê Rojava di dema rejîmê de bê mal bû, bê nasname bû, bê erd û war bûn. Di sala 1958’an bi lihevkirinekê navbera Misîr û Sûriyê de hemû erdê Kurdan ji destê çûn. Ereb ji milê Reqa, Hema û Selawî anîn û erdê me dan wan. Niyeta wan ew bû sinorê Bakur û Rojava heta 15 kilometran ji destê wan derxe û teslîmî Tirkan û Ereban bike. Di milê Kurdewarî de me pir zehmetî dikşand. Heta ku Şoreşa PKK’ê derket. Bi xwendina pirtûkên Serokatî me rastiya xwe fêm kir, me dit çawa civaka xwezayî beriya 7-8 hezar salan bi awayekî komunal jiyan kirine. Li gorî asta zanebûna xwe min hindek tişt girtin. Kar û xebatê me teng bû, min bixwe tenê di milê çand û hunerî xebat dikir. Salên 2003’ê dema xebatên PYD hatin avakirin, li pişt perdê m ji ber karên siyasî qedexe bû, hin betir me milê çand derdixist pêş ji ber rejîme ewqasî ne dihat ser me. Di Koma Cudî de me karê Çandê dimeşandin. Bi riya Koma Cudî me civakê birêxistin dikir û civîna digirt.”
Umer Îsmail ku gelek zehmetî ji rejîmê ditiye wiha behsa wan rojan dike:
“Em di zehmetiyan re derbas bûn heta me sinorê xwe ji rejîmê pakîj kir. Ew dem hindek hevalan hatin, YXK avakirin. Ev rêxistin ji 12 hevalan pêk dihat. Me gel jî piştgiriya YXK’ê kir. Min xebatê sinor dikir di navbera Girbalat û Keleh, Til Xenzir, Şirîkê û ew gundê me yên Koçeratan. Carna dijmin kemîn davêtin pêşiya gelê Kurd û gelek zehmetiya dida wan. Ev zilm berdewam kir heta ku li bajêr teqiya. Gelê me jî ji wê teqandinê re negot na û beşdarbûn. Li dijî ew zilm û zordariya rejîmê ya berê gel tola xwe hildan. Hemû gel ji askeriya rejîmê derketin, çek û tivingê xwe hildan. Heneka bi gopala, heneka bi darekî parastina saziyên xwe kir, heta ku Şoreşa Rojava giha vê asta niha. Ev asta niha hatiye wusa buye ku herêmên Kurdan û hindek herêmên Ereban jî di bin destê Hevalan û Gel de ye. Bi biratiya gelan em îdara wê dikin. Em wek rejîmê bi zilm û zordariyê rêvenabe. Em bi rengê biratî û wekhevî li rêveberiyê dinerin. Em loqma xwarina xwe bi gelên Ereb, yê Xiristiyan û hemû gel û olên herêmê re parvedikin. Bi vî rengî me Şoreşa Rojava pêk anî. Niha rewşa me bi Şoreşê gelekî ji jiyana nava rejîmê baştire. Berê rejîmê zilmê li me dikir, kesekî digote ez Kurdim ew digirt, dikir zindanan de, li me dida heta ku serê me û destê me dişkiya. Ji ber min digot ez Kurdim ez jî di sala 2007’an ji bo mehekê ketim zindana rejîmê. Ewqas îşkence li min kir heta ku ez li ser hişê xwe cûm. Em bi vî awayî li netew din meze nakin, em bi awayekî biratî li gelê din dinerin. Xristiyan jî, Êzidî jî birê me ne, em wekhevî dixwazin, em cudabûn naxwazin di navber netew û olan de.”
Yûsif Îsmail ku cudahiyên beriya Şoreşê û piştî Şoreşê yek bi yek jiyan kiriye, ew ditînên xwe bi me re parvekir:
“Beriya Şoreşê di nav hemû gel û olan de nakokî hebûn. Rejîmê ji bo berjewendiyên xwe ev nakokiyan derdixist. Ji bo xwe li ser serê gelan bike hikumdar nakokî dida avakirin. Dema rejîmê me nikarî bû xayineyekî lê bike, me nikarî bû seyareyekê bikiriya, an jî nasnameyê me kesî tune bû. Ji ber nasname tune bû nikarî bû seyare an jî erd bistine, mecbûr dima li ser navê yekî din dida çêkirin. Di tu welatan de tiştekî wiha tune bû. Şoreşa me şoreşek gelerî bû. Li gel me ew zilm û zordariya ku rejîme dikir tune bû. Dema eskerên rejîmê teslîmî Hevalan dibûn, hevalan ew bi awayekî rêk û pêk dibirin cem malbata wan. Niha jî ew di nav me de jiyan dikin û di nav xebatên em de ne. Quwetê eskerî teslîmî malbatên wan kir. Wan desthilatdarî ser me dimeşand û zilm dikir, me ev tişt nekir. Bi avakirina meclîsan me jiyanê rêve dibir. Hejmara endamê Meclîsê kêm jî bû, lê hindek li ser nan, hindek li ser kehrebe, av û gazê disekine. Em evarî derdikevin parastinê. Ji ber êdî rejîm nema bû, yên dihat ser me jî kesên xirab bû, herkesî tax bi tax ewlehkariya kolanên xwe digirt. Kesên wek El-Nusra û çeteyên din ku kin û nefreta Kurdan di dilê wan debû dihat ser me. Piştre êdî hêzên eskerî hatin avakirin. Piştgiriya wan jî gel dikir. Di her cepheyê de gel piştgiriya wan dikir. Hêzên me wek YPG û YPJ pêş de diçûn, gel û welatparêzên me jî mevziyên ku wan pajîk kiribûn digirt, ji bo disa çete ew mevzi negirin û ji piştê re li wan nede. Gel û welatparêzên me bi her awayî piştgiriya wan dikir. Bi saya gel û welatparêzan ev şoreş wiha encam bû. Ji 10 gihişt 50, ji 50 gihişt 500 kesan û wiha berdewam kir. Çanda parastinê di nav gel de hate runîştandin. Me bi hemû netew û olên din re civîn digirt. Têkiliyên navbera gelan beriya Şoreşê û piştî Şoreşê pir cuda bû. Piştî Şoreşê yekîtiya gelan hate avakirin û wekhevî çebû.”
Ciwanê bi navê Delil Gever ku di destpêka avakirina YXK’ê cihê xwe girt wiha behsa wan rojan dike:
“Em 12 kes bûn di nav karên YXK’ê. Hindek heval hene hin jî di nava kar de ne û bi rastî jî kedek wan a mezin heye. Piştî me YXK’ê avakir em derketin nava bajar, gel matmayî mabû. Hindek malbatan çikolata, pirinç, şekir û tiştên din diavêt ser me, ji keyfxweşiya. Digotin ev Kurdê me ne derketin kolanan. Em 12 kes bûn, piştî me hêza xwe îlan kir em derdiketin ser sinor û parastina wê dikir. Me nêzî 2 salan sinor parast. Em dahnekî diçûn sinor û dahnekî jî me karê malê dikir. Karê wê demê hin xweştir bû. Me bi dil û can dikir. Em derdiketin ser hacizan, keleşkofek li gel me bû, belkî 12 salan di bin erdê de bû, ewas zingar girtîbû. Henek bi daran derketin.”
Yade Nazê ku bi Serokatî re gelek bîranînê wê hene wiha behsa destpêka Şoreşê dike:
“Dema Serokatî hate Rojava, çûn Şamê. Ew dema zarokê me li wir dixwendin. Ew dem nedigotin Serokatî, digot ew yê ji we re li malan digerin. Piştre zaten Serokatî derket Libanê. Em jî di 15’ê Tebaxê dema îlanê çûn wê derê. Em çûn cem Serokatî, ji me re civîn çêkir. Serokatî digot şoreş wê were. Îro nebe, sibe. Ji bo Şoreşê em diçûn palehiyê. Em jin hemû diçûn pembo, me ji bo partiyê kar dikir, bi tîlîliyan me digot ev pembo wê bibe fîşek û li dijmin keve. Zarokê me jî tevlî vê Şoreşê bû. Dema şehîd bikevin jî em bidin ber tîlîliyan. Zarokên me bixwe digot, dema em şehîd bikevin bila kes negirî, bila bide ber tîlîliyan. Me digot hema Şoreşa me biserbikeve, bese. Em bi hatina Şoreşa Rojava pir keyfxweş bûn. Şoreş bi dehan kesan destpê kir, niha jî buye dinyakê.”
Îsa Îsmail ku hestên gel di nava Şoreşê de vegot wiha axivî:
“Şoreşa Rojava ne wusa Şoreşes ku bixwe çêbûye. Wiha bi hesanî çênebû. Dema ciwanan dest bi Şoreşê kir, gel ev behna azadiyê girt. Keda gel di vê Şoreşê de bê niqaşe. Ciwanan û gel xwe bi çek kir, hindek çek bi salan di nav erdê de bû û rizya bûn, yê hindeka bi daran dihat parastinê. Kes nikare li ser keda gel lîstoka pêşbixe. Êdî Şoreş ji asta Şer derket, ku ketiye asta siyaseta dewletên navnetewî. Ji ber bingeha xwe ji gelê xwe stendiye.”
Adil Elî jî wiha bîranînê xwe anî ser ziman:
“Destpêkê sinorê navbera Başûr û Rojava ket destê hêzên me ên eskerî. Me jî cihê xwe di nava de girt, li her gund, bajar û taxê kom hatin avakirin. Bi her pêşveçûna me hêzên rejîmê ji bajarên me derdiketin. Her pêşketinek saziyek ava dibû, hêzên me ên eskerî ava dibûn. Dema çapemeniyên Ewrûpî dihatin, matmayî diman, digot herêmên di yên misal di bin destê çeteyên ÖSO gihiştî hatine rûxandin, lê herêmê we wek xwe mane. Digot we herêmê xwe baş parastiye.”