KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan perwerdeya Xweparastinê ji bo jin û jinên ciwan ên li Kobanê pêk anî. Di perwerdê de li ser esasê xweparastinê jinên ciwan amadekariyên leşkerî li dijî êrîşên dewleta dagirker a tirk kirin, bi armanca xweparastine. Jinên Ciwan fêrî vekirin, girtin û bikaranîna çekê bûn û di milê leşkerî de xwe pêşxistin.
Di der barê perwerdê de Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Nûjîn Sîdî ji ajansa me re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di serî de dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin. Em wek Jinên Ciwan hatine xwe fêrî silahê bikin ji bo parastin a xwe, îro bi saya fikir û felsefeya Rêber ê Gelan Abdullah Ocalan em wek Jinên Ciwan xwedî li nasnameya xwe derdikevin, bi fikir û felsefeya Rêber Apo em gihiştin riya çareseriya azadikirina tevahî jinên ciwan.”
Nûjîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bangewaziya me ji bo hemû jinen ciwan ew ku werin li nasnameya xwe xwedî derkevin û xwe biparêzin ji Zihniyeta baviksalarî û xwe ji dagirkerî biparêzin, û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk Serî Hilde, Serî hilde, Serî Hilde.”