MEXMÛR – Di 17’ê Tîrmehê de li restorantek Hewlêrê endamek konsolosxaneya dewleta Tirk û 2 kesên din hatin kuştin.
Piştî bûyerê hemû rêyên çûyîn û hatinê hatin girtin. Danê êvarî rê hatin vekirin. Lê vê carê ji bo penaberên wargeha Mexmûrê rê hat girtin. Asayîşa PDK’ê nexweşên giran jî din av de, ev 5 roje nehalê kes ji şêniyên Mexmûrê derbazî Hewlêrê bibe.
Şeva 18’ê Tîrmehê saet di navbera 01.30 û 02.00’yan de endamên asayîşê bi ser gelek malên ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ên li Hewlêrê kar dikirin de girtin. Herwiha ciwanek ku ji nexweşxaneyê diçû mal jî, bi birîna xwe ve ji aliyê asayîşê ve hat girtin.
Di serdagirtinan de tiştên nava malan hemû hatin serobinokirin û 16 jinên ciwan hatin binçavkirin.16 ciwanên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan. Lê hîn jî 3 jê ciwan 4 şêniyên wargehê di destê Asayîşa PDK’ê dene û aqûbeta wan nediyare.
Kesên bi Tirkî di axivîn jî tevlî serdagirtinê bûne
Li gorî zanyariyên ku ciwanên hatine berdan dabûn, di serdagirtinê de kesên ku bi zimanê Tirkî di axivîn jî hebûne. Van kesan bi zimanê Tirkî ji ciwanan re gotine “Em dizanin hûn kîne, hun alîgirên PKK’ê ne”.