BRADOST – Dewleta Tirk a dagirker bi top û balafirên şer êrîşî gundên Biradost kir û ji ber bombebaranê agir bi rez û baxçeyên wan ket.
Dewleta Tirk a dagirker doh êvarî û îro danê sibehê gundên Sîran, Xelîfan, Alekan û Serû yên Biradostê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê topbaran û bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de agir bi rez û baxçeyên welatiyna ket. Ziyanek mezin li jîngeh û berhemên welatiyan ket.