AMED – Li Amedê navçeya Rêzanê di serdegirtina malekê de Ciwanê Kurd bi navê Mucahît Yilmaz bi guleyên polîsên dagirker ve hatibû înfazkirin. Malbata Mucahît Yilmaz cenazeyê kurê teşhîs kir û jibo girtina cenazeyê serî li dozgerê da.
Li navçeya Rêzanê li kolana Karacadag di apartmana katê 3’yan de di dîroka 21’ê Tîrmehê de ser sibehê bi serdegiritina malê de ciwanê bi navê Mucahît Yilmaz (27) bi fîşekên polîsan hate înfazkirin. Xwediyê malê Ahmet û Birsen Yoldaş hatin binçavkirin.
Tê gotin ku di malê de tu pêvçûn nehatiye jiyîn, lê dîsa jî polîsên dagirker gule li Ciwanê Kurd Mucahît Yilmaz reşandiye û ew înfazkiriye.
Piştî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Tirkiye, malbata Yilmaz çûn Amedê û serî li Serdozgeriya Komarê ya li Amedê da ji bo cenazayê kurê xwe teşhîs bike. Piştî serlêdanê bavê Yilmaz çû morga nexweşnaeya Amedê û cenazyê kurê xwe teşhîs kir.
DOZGER TESTA DNA XWEST
Piştî bav Yilmaz cenazeyê kurê xwe pişterast kir, xwest cenaze werbigre. Lê dozger pirsgirêka derxist û xwest malbat testa DNA çêbikin. Piştî testa DNA tê gotin ku wê malbat cenazeyê kurê xwe werbigrin.