MEXMÛR – Wargeha penaberan Mexmûrê dibin dorpêça PDK’ê de ye. PDK nahêle ti kes ji Mexmûr derbikeve. Nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker her roj ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên vegerandin.
Di 17’ê Tîrmehê de li restorantek Hewlêrê endamek konsolosxaneya dewleta Tirk û 2 kesên din hatin kuştin.
Ji roja bûyerê ve PDK nahêle kes ji wargeha penaberan a Mexmûr derbasî Hewlêrê bibe. Bi dehan nexweşên giran jî dinav de bi sedan karker û welatî rojane diçin Hewlêr. Lê PDK ev 7 roje nahêle şêniyên wargehê derbasî Hewlêr bibe.
Asayîşa PDK’ê bê ku hêcetek nişan bide, nexweş, karker û welatiyên danê sibê dixwazin biçin Hewlêrê vedigerînin.
Li gorî agahiyên şêniyên wargehê, Asayîşa PDK ti hêcetek vegerandinê nîşan nadin û bi kêfî wana dizivirînin.
Hêjayî gotinê ye piştî bûyerê rojekê balafirên artêşa Tirk a dagirker carek din êrîşê xelkê Mexmûrê kir. Balafiran di nîva şevê de derdora wargehê bombe kirin. Di encama êrîşa balafirên artêşa Tirk a dagirker de 2 kesên sivîl birîndar bûn.