EFRÎN – Çavkaniyên ji Efrînê di demên berê de ragihandibû ku 30 çeteyên DAIŞ’ê di 11’ê Tîrmehê de ji aliyê Tirkiyê ve û bi rêya navçeya Şiyê derbasî Efrînê bûne.
Piştî wê, çavkaniyên ji Efrînê destnîşan kir ku rojane erebeyek ku ala çeteyên DAIŞ’ê li ser wê hatiye hildan, li nav Efrînê digere. Dîmenên wê erebeyê kete ser medyaya civakî û ev yek diyar dike ku çeteyên DAIŞ’ê di Efrînê de bi rehetî tevdigerin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çavkaniyeke din wêne ji ajansa ANHA’ê re şandine ku tê de ala çeteyên DAIŞ’ê li ser erebeyeke çeteyan li bajarê Cerablusê diyar dibe. Ev yek jî nîşan dide ku herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, bûne cihekî ewle ji çeteyên DAIŞ’ê re.