NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên Tirk çiyayê Kortek yê Binarê Qendîlê bombebaran dikin.
Piştî saetên nîvro du balafirên şer ên dewleta Tirk piştî demek dirêj bi ser asîmanê Qendîlê re firiyan, piştre dest bi bombebarankirina çiyayê Kortekê kirin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine girtin, heya amadekirina vê nûçeyê jî bombebaran berdewam dikirin.
Di encama bombebaranê de agir bi eraziyê deverê ketiye.