RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Kevneşopiya xiyanetê ya nîjadperestiya seretayî bingehî ye. Ji beriya niha min ji we re vegotibû ka hema pişta serdema komgeriya me PDKê çawa weke KUK ê derketibû pêşberî me. Ketina dewrê ya vê KUK ê, di salên 1979-80 an de gelekî lezgîn bibû. Armancên wan ew bûn ku encama ku bi pênc Parçegeran û Tekoşînê ve nehatibû stendin bi dest bixin. Esas peywira bingeh ew bû. Bi bikaranîna welatparêzan ve vê yekê dikin. Lê da. Gelekî lê da. Gelek hevalên hêja qetil kirin. Ez bawerim me navê hindek hevalan dernexist rastiyê, lê di nav kesên ku hatine qetilkirin de welatperwerên gelekî xwedî hêz hebûn. Li Amedê, li Mêrdînê, li Sêrtê di nava kesên hatine qetilkirin de hevalên gelekî nirxdar hebûn. Di qada rojhilatnavîn de jî van hatina xwe ya ser me domandin. Li Libnanê KUK bi dûv me xistin. Piştre wê demê UDG (Hêzên demokratîk ên netewî), Partiya Komunîst û Pêşeng şandin vê derê. Demeke dirêj bi me têkîlî nedan avakirin, gav nedan avêtin. Ger em bi kû ve diçin, Pêşenga sexte, wê demê bi karanîna navê Partiya Karkerên Kurdistan ve li ber difna me peyda dibûn. PKI (Partiya Komunîst a Iraqê) û Eniya Demokratîk jî tevlî digotin “em we nasnakin”. Vê rewşê demeke dirêj domand. Malbat hemû di bin wêneraniya wan de bûn. Komployeke ku bi salan diceribandin hebû. Bi hevalê Mehmet Saît (Etem) re em çûn. Em di bûroya Eniya Demokratîk de rûniştin. Niha qaşo komeke ku ji wan qetiyaye hebû, ku sexte bû. Navê xwe jî kiribûn Tevgera Pêşeng.
Lê rêveberê wan, qaşo ji Partiya Komînîst a Iraqê qetiyaye, zilam dixwaze ji me jî sudê werbigre. Lê ez bawer dikim ajanê wan e û ew şandine ji bo kontrol kirina me. Zilamekî ji bûroya Polîtîk a Eniya Demokratîk bû. Em bi wî re ketibûn têkîliyê. Navê wî Ebu Leyla bû. Sekreterê polîtbûro heta ya Komîteya Navendî bû. Ew jî hevalê herî nêz ê yê din bû. Qaşo bi hev re li Iraqê 20 salan di nava Partiya Komunîst de mane. Em çûn wê derê me dît vaye zilamê me jî hat. Piştî ku nîv demjimêrê wisa axivî neaxivî, xwedî rewşeke gumanbar bû. Her hal hatîbû ji me fêrî hindek tiştan bibe. Piştî ku bi me re hevdîtin çêkir hindekî jî bi şêweyeke xerîb veqetiyan. Gelekî jî nêzî mala me bû. Wê demê di sala 1982’an de ez bawerim ev tespît hebû: “PKK xeta serxwebûnê bernade û li vir nakeve bin bandora PKI yê.” Tespîtên wan ev bû. Ji ber ku Pêşeng, KUK ev hemû di bin bandora TKP (Partiya Komînîst a Tirkiyê) yê de bûn. Him jî yek gotina wan nedikirin didu. Û misoger ji wan re cih û derfet hatibû veqetandin. Ev yek jî tespît kiribûn ku ka em çiqas asteng û dijmin in. Her hal pesenda TKP ji vê yekê re jî misoger bû. Yanî paşiya eniyê wisa xwe disparte wergirî û hevkomiyê. Û ez bawerim peywira pêkanînê jî dabûn Eniya Demokratîk. Bêguman zilamên dirûst ên Eniyê jî hebûn. Mesela berpirsyarê leşkerî yê ku me pê re têkîliya vê wargehê bi pêş xistin wisa bû. Û ez bawerim hindek kesên din jî hebûn. Ez bawer dikim ku dost bû. Lê bi dibêtiyeke mezin ên ji Iraqê ne dirûst bûn. Li gel ku yên Filistînî dirûst bûn, di nav ên ji Iraqê de gelek kesên ne dirûst hebûn. Ew zilamên Partiya Komûnîst a Iraqê bûn. Û hetanî dawiyê misoger bi TKP yê ve girêdayî bûn. Hîna wê demê ji me re digotin “ger hun têkîliyen xwe bi TÎP (partiya karkerên tirkiyê) re avabikin dê gelekî baş bibe”. Behîce Boran sax bû. Zilamek hatibû, heta ma navê wî Zekî Kiliç bû? Me li vê derê têkîlî jî avakir. Yanî dê li gor PKI em li vê derê nermkiribana û piştre radestî TKP yê kiribana. Em wisa ketin têkîliyê, lê weke ku ne dirûst bûn, niyeta wan jî cuda bû. Vaye wê demê min temaşe kir di bûroya Eniya Demokratîk de zilamê ku bi me re xeber daye gumanbar bû.
Piştî ku em derketin dîsa bi şêweyeke gumanbar wesayitek di pêşiya me re derbas bû. Me tiştên sosret dîtin. Ma ev şantaj bû, yan jî komplo bû? Nêzî malê bû. Her wiha wê demê em jî gelekî hişyar tevgeriyan. Lê weke ku hîna wê demê niyeta wan ne baş bû, biryara ku hevpar a KUK, Pêşeng; TKP û PKI stendiye nexistina me ya welat bû. Amadekarî hebûn. Emê herin Hekariyê. Tê zanîn, wê demê gelekî bûn asteng. Ji bo ku wê gavê nedin avêtin peywirdarekî TKP hetanî nava Kurdistanê, hetanî bi Mêrdînê dişînin. Ma navê wî Ebû Şoreş bû? Dibe ku navekî din be jî. Qaşo zilamê rawestînêr ê PKKê bû. Kurdên Iraqê tam bi kar dianîn. PDK, Samî Ebdurehman. Têkîliyên me yên bi Yekîtiyê re hebûn. Me dixwast em hindekî Yekîtiyê binirxînin. Yanî çûyîna me ya Hekariyê wisa hêsan, ji ber xwe û bêprovakasyon nebû. Tê zanîn deh heval di Hêzilê de şehît ketin. Pêşengê wan pêşengê herî xurt ê PDKê bû û komploger bû. Hevalên din ên li Îranê şehît ketine, di destpêkê de Hemît, hevalên Mehmet Karasungur ew hebû, di bin kontrola wan a şidyayî de bûn. Hetanî sala 1982’an gav nedan avêtin. Û piştre dema koma me dakete Lolanê, li ser wan tam wêneraniyek û nêzîkatiyeke daxilkirina xeta xwe hebû. Li hember wan tekoşîneke mezin hate dayîn. Hindekan xwast bibin duvgerên wan. Me got divê em bi ser “helwesta serxwebûnê ve dagerin”. Esas dema em berbi 1985’ an ve hatin, di encamên sepandinên PDKê de di nava me de bi israr nehatina xeta şer, bi israr nejiyanîkirina wê derkete holê. Hêza li pişta wan PDK bû û hindek kesan digot “ger em tevgav bibin emê herin wir.” Reva nêzî sî kesan tê zanîn. Kê ev hêz da? PDK, PKI û CUD (eniya netewiya demokratîk) kêm zilam ji nava me nedan revandin. Nîjadperestiya seretayî bi tevahî tasfiye kiribû armanc. Ew jî sepandineke mezin bû. Biryargeheke ku di encamên sepandinên dijmin de û ji hindek kesên revok ên xwedî xirabî hatibû damezrandin platforma wan bû. Di wê qadê de gelekî tekoşîn asteng kirin. Kesên ku reviyan her xwe spartin wê derê û her dem xwastin gavên ku em biavêjin asteng bikin. Ji ber vê rewşê bi kotekî dereng be jî me gava Gelawêjê (tebax) da destpêkirin. Dîsa kesên ku zêde bi şerê me bawer nedikirin çi dikirin? Rewşa PKI jixwe diyar e.
Dema hawirdoreke pêvçûnê ya ne di cih de hate afirandinê, wê demê me pênc-deh hevalên hêja şehît dan. Esas derketina ji zivistana 1985’an gelekî zehmet bû. Li gel ku em bi binketineke pir rişt re (cidî) rû bi rû mabûn, me bi zorê pişta xwe rast kir. Ketina me ya rewşeke wisa bi vê provakasyonê re ji nêz ve têkildar e. Û ji me hindekan jî digotin “bi ser van de biçin, bimrin.” Kom kişandin nava pevçûneke wisa ku, bi rastî jî projeya qedandinê bû. Van weke sepandinên derve yên li ser hundir bi karanîna feodal, bûrjuvayên biçuk û tolazan ve tol werdigirtin. Vaye kesên ku xwedî îdiayên “em wan naxînin Mêrdînê, naxînin Hekariyê”, esas ji paş ve komên ajanprovakator ên xwedî plan û rêxistin bûn. Em bi deh-panzdeh kesan ve mijul bûn. Divê erzan neyê. Tekoşîna îdeolojîk-polîtîk a ku li dij van hatiye dayîn gelekî wergir e û bi bihayê canê gelek şehîdan e. Di refên rizgariya netewî de bi destxistina bandora îdeolojîk-polîtîk a PKKê, tenê bi serê xwe mijara dîrokekê ye. Gelek heval bi dilpakî çûn komployên van. Gelekan dev jê berdan, nikarîbûn rabikin. Gelek kêmên wan, ew jî rexmî ku em gelekî tengav kirin rewş xelas kirin. Dema em berbi 1985’an ve hatin di vê eniyê de ya herî bandorker rewşa van e. Bêguman çepa Tirkan jî di dewrê de ye. Çepa Tirkan hetanî 1985’an bi Riya Rizgariyê ve li ser Dev yolê provakasyon sepand. Pênc Parçegerî berê hindekî ji Rizgariya Gel rû distend, him ji çepgeriya Tirkan û him jî nîjadperestiyê. Her du jî di vê rewşê de dihatin bikaranîn. Wan deman di bin kontrolê de ye. Bi yekkirina nîjadperestiyê û çepgiriya Tirkan ve. Ji ber ku bûyera PKKê him sosyalîzm û him jî welatperwerî bi hev re pêk dianî. Ji sosyalîzma PKKê re sepandina milekî sosyal-şovenîzma Tirkan û ji welatperweriya PKKÊ re jî sepandina milekî nîjadperestiyê. Him vala derxistina sosyalîzmê û him jî vala derxistina welatperweriyê.
Ev wisa gelekî bi kar anîn. Destpêkê PKI-TPK, Rizgarî, Tekoşîn û piştre jî xwastin Rizgarî û Dev Yolê li serê me bikin bela. Hîna jî têkiliyên wan hene. Qaşo dê temsîlkariya Kurdan ew bikin. Ev hemû hevkarên TKP bûn. Dîsa her lihevhatina bi PDK û PKI re. Gelekî jî hêz didan. Mesele ew bû, diviya ji derketina PKK ê şovenîzma sosyal zerar nedîta. Di aliyê din de jî nîjadperestî. Tunekirina PKKê ya şovenîzma sosyal dihate wateya têkçûna TKP yê. Vaye di plana dîrokî de ev têkçûn îro pêk hat. Ev bûyereke mezin e. Lê ev wisa têkbirineke ji rêzê nîne. Ev têkbirineke wisa ye ku di rojê de qesta deh hezaran mirovên me kiriye, qesta bi hezaran rewşengeran kiriye, qesta bi sedan sosyalîst kiriye û qesta valakirin û wêrankirina Kurdistanê kiriye. Sepandinên hetanî 1985’an di refên rizgariya netewî de û pêhtir derveyî me û di hundirê me de weke teşeyeke provakatîf rengê xwe dide. Di nava me de rasterast rewşa pêşvebirina provakasyonan a bi bikaranîna navê partî ya ji aliye MÎT ê ve, di zindanê de derdikeve holê. Di wê derê de dest pê dike. Û di bin pêşentiya Şahîn Yildirim de dest pê dike. Milê wî yê derve Semîr-Seher îdare dikin û bi berxwedana mezin a hevalan ve, bi hewlên me yên wergir ên ji sala 1983’an ên li Ewrûpayê ve hate eşkerekirin û her ku çû bêbandor hate hiştin. Lê tenê ferqa di vê derê de ev e: berê li gel ku MÎT ê bi giştî li derveyî me û di nava refên rizgariya netewî de bi zindî hiştina xêtên nîjadperest û şovenîzma civakî ve dixwast di bin hindek navên cuda de birêve birineke pratikî bû, ya ku di zindana Amedê de hatiye pêşkeşkirin û dihat xwastin li Ewrûpayê were domandin cewaztir e.
Ji 1987’an û pê ve di qada Rojhilatanavîn de jî hate kirin. Lê li vê derê wêrekiya pêkanîna eşkere raber nekirin. Ji bo ku PKK di zindanê de biqedînin girtin hundir. Ma dê çawa were qedandin? Weke tu tê zanîn hevkar hatine diyarkirin, radest bûne, hatine kirîn û bi şêweyekê ve bi xwe ve dane girêdanê. Van tiştan bi giştî hevalên zindanê baş dizanin. Ez bawerim li ser binke bi şêweyeke xurt serdest bûne. Wateya ew berxwedana Mazlum hindekî jî ji bo pêşgirtina vê fetisînê bû. Ez bibêjim ger pêşveçûn ewqas bi aliyekî xirab ve ye û xiyanet hetanî qirikê hatiye, êdî karê ku were kirin, pêşkeşkirina çalakiya dawiyê ye. Û ya ku hatiye pêşkeşkirin jî ev e. Misoger li dij vê sepandinê ye. Çewisîn heye, lê aliyê din jî rewşa bi ser de çûyîna xiyanetê heye. Mînaka bi canê xwe xwedîderketina li partiya raber dikin û bi ser dikevin. Di pêvajoya dawiyê de, vê yekê Kemal û Xeyrî ew raber dikin, Ferhat ew didomînin. Lê divê haya wan jê hebe, rasterast li dijber dijmin e. Yanî li ber çavan li dij îşkenceyên KT û li dij binpêkirina şanaziya (onur, gurûr) mirovan e, lê di cewherê xwe de ger ev yek neyê kirin dê xiyanet her tiştî damale û bibe. Di nameyên xwe de diyar dikin, “gav bi gav bi ser me ve tên” “dixwazin me bikişînin xiyanetê. Weke din tu bijarteke me ya parastina partiyê nîne.” Û di heman demê de kesên ku dibêjin “werin em nermtir bin” hene û nêzîkatiyên ku dixwazin PKKê di xeteke nerm de bigrin hetanî roja îro jî didomînin. Wê demê ev yek tê sepandin: bi navê PKK’ê, PKK’yiyên ku bi navê PKK’ya nerm radest bûne û bi karanîna PKK’yiyên xiyanet kirine ji PKKê tol wergirtin.
Semîr ev daxuyanî dida: “di 1973 de çawa bingehê vê rexistinê hate avêtin? Divê em wê tespît bikin û li ku derê zaye em li wê derê erdê veqelêşin û wê bixine hundir. Ji bo mirovatiyê divê em vê dernexin rûyê rojê.” Wisa bersivdayîna wî ya ji derketina PKKê re, me di nivîsên wî yên têkildar de xwendibûn. Reş reş dihizirin. Digot “esas”, Dêrsim hemû kemalîst e. Digot “di Dêrsimê de tu kesî ku ji xwe re bibêje ez Kurd im nîne. Tirkiya herî xalis em diaxivin.” Ev yek di pareznameya Yildirim de heye. Piştre “yekîtiya kemalîstên ciwan” li ser vê bingehê hatibû damezrandin. Xwastin bi wî navî xwe binav bikin. Digot, “destpêkê gotin çepgirî, piştre meseleya milî. Û herî dawiyê jî gotin PKK.” Van xwast li Dêrsimê encam bigrin. Ev yek tê fêmkirin. Tişta ku ez dixwazim bibêjim, zilaman teorîsyeniya pirsa “dijminahiya can a ev rêxistina li dij kemalîzmê derketiye çawa tê kirin? dikirin. Lê destpêkê veşartî û sexte û piştre jî eşkere kirin. Di encam de weke ku tê zanîn bi bihayê xwîna hevalên nirxdar tekoşîn hate pêşvexistin. Divê şehît ketina hevalên hêja baş were bibîranîn. Divê dîroka tekoşînê baş were hînbûn. Divê mirov xiyanetê û provakasyonê baş hîn bibe. Ya girîng nêrîna cîhanê ya li paş wî ye. Hêza beralîkirina wî ye. Çend torîk di vê mijarê de bûne maşa zêde girîng nîne. Û wê berxwedanê da biserxistin.
Di dîroka Kurdistanê de herhal yek ji mînakên herî şandar, herî nirxdar û herî şanaz di zindana Amedê de hate biserxistin. Ne li cîhanê, ne li Tirkiyê tu kesên ku rojiya mirinê bi qandî me demdirêj pêkanîne nînin. Çalakiya xwe şewitandinê jî ewqas çalakiyeke mezin e. Ez bawerim di cîhanê de bi şêwazê çalakiyeke wisa ya xwe şewitandinê ve rawestandina zilmê nehatiye biserxistin. Li dij xiyaneta ku di PKK’ê de derketiye holê û li dij dijminê ku dixwaze vê yekê xwedî bike wisa li hember derketineke van çalakiyan heye. Provakasyona ku di salên 1983-84-85’an de ji hundir ve dihate sepandin, dixwast gelekî encamgir be. Û wan jî digotin “em naşînin Hekariyê”. Li derve PDK û PKI her du jî dixwazin PKKê bifetisînin. Armanca êrîşên wan ên li Lolanê fetisandin û qedandin e. Razana hindekan a ji vê yekê re jî, ne ji ber ku PKK yiyên dirûst bûn, ên ku di cewher de ji PKK yê bawer nedikirin, û kesên di rewşa seranser xelaskirina dîmenê de bûn. Hewlên qedandina partiyê yên ji hundir û derve ve, ji sala 1982’an û pê ve êdî derdiket rûyê rojê. Û ji bo ku em rengê taktîka xwe nedin welat bi hemû hêzên xwe ve tevgeriyan. Kenan evren 1978’an de li Sarikamişê di civîna subayan de van gotinên han dibêje: “dê pêlî termên me bikin, em dîsa jî wan ji başurê Kurdistanê derbasî bakur nakin.” Dan kuştin, dan revandin. Bi yên di destan de mayî ve em neçar man bi zorê berxwedanekê bidin meşandin, ev yek pir şênber e. Ya di zindanê de dibe çi ye? Ew di hundirû de berxwedana PKKê ye. Dibêjin, “jixwe ev pêncî sal in cara yekem derdikevin emê wan bifetisînin.
Dê erd veqelêşe û dê bikevin hundirê axê. Emê serê wan beton bikin. Ev deraz dê ji nû ve were sererastkirin.” Encam bû tekoşîneke mezin. KT di asta serokwezîran de bi hevkaran re civînan li dar dixin. Civînên hikumeta Ozal ên bi nîjadperestan re zêde dibin. Ji me re ji wan şefan yek Mesut Berzanî digot, “eman hîna ne dema wê ye.” Heta gotina wî ya wisa heye: “Tirkiyê ji Lîbyayê re gotiye, Lîbya jî ji min re gotiye. Ka rewşa me ya pêşvexistina xweseriyê (otonomî) heye em di qonaxeke dîrokî de ne. Hun werin bi me re tevbigerin!” Ez bawer dikim qaşo dê bi ew hişên xwe yên biçuk ve dê Tirkiyê bixapîne û me jî piştre bixe bin kontrola xwe, yanî weke maşayekê bide bikaranîn. Li gor xwe, qaşo ger ew xweseriyê bi dest bixe dibe ku li Tirkiyê jî rewşeke wisa derbikeve holê. Hetanî asta dawiyê dê bi nermiyê meseleyan çareser bikin. Esas wê demê hindekî li devê me digeriya. Yan jî qaşo dixwast min jî bikşîne nava wê xiyanetê. Berzanî di mehên bihar-payîza 1985’an de hatibû vê derê. Me pênc-şeş caran hevdîtin çêkir. Bêguman min fêm kir. Zilamê me, digot, “aman ha aman!” nerihetiyên xwe gelekî eşkere diyar dikirin. Wexta ew bi gotinê wisa ne di pratîkê de pêhtir xwedî hiş in. Digot, “eman bila bi ser yek qerekolê ve neyê girtin! Eman ha eman bila eskerek neye kuştin. Û gelek tedbîr stendin. Tedbîrên wan şênber û hetanî dawiyê bûn. Vaye di dema ew provakasyona PKI dê, di nava me de jî di hindekan de bêbawerî û serhildana bûrjuva ya biçuk hebû.
Ew heval avêtin nava agir. Esas meşandineke gengeşeyî bû. Di rexnedayînên xwe de ev yek pir eşkere derketin holê. Bûyîna wan a amraziya ji vê provakasyonê re gelekî bêînsafî bû. Em bi ser van ve çûn. Piştre em sîtemkar çûn. Di mijara bi ser de çûyînê de riya hatiye çûyîn tê zanîn. Nîqaşên Kongre, dahurînan, him mezinbûna xeteriyê û him jî daxwaza girtina encama li hundir derxiste holê. Ji ber ku dema ferasetên provakasyonên derve, ya hevkariya di nava refên rizgariya netewî de, ya serî tewandinê û yên nîjadperestiya sexte dihatin têkbirin, li hember wê dema serbixwebûna me misoger dibû, li gor pêwîstiya berjewendiyên çînî, PKK hêz bi dest dixe û pêşveçûnê bi dest dixe. Ji ber vê sedemê sedemên wan ên pêşgirtinê zêde ne û tên fêmkirin, ji beriya her tiştî çînî ye. Yanî em nabêjin ku hemû rasterast bi dijmin re di nava pêwendiyê de bûn. Ya ku hêz bi dest dixe xeta çînî ya PKKê ye. Ya rastir taybetmendiyên xeta ku me jê re rêbertî dikir diyar bûn. Yani tekoşîna ku me li dij PDKê jî û li dij Yekitiyê û hemû binkeyên bûrjuvayê biçuk daye meşandin pir eşkere ye û ev yek zelal bûye. 1985’an de her kes dizane ku hesanê mirov zu bi zu serê PKK’yê bitewîne. Ev yek ne ji aliye polîtîk ve ne jî ji aliye îdeolojîk ve ne gengaz e. Van hêvî dikirin ku em di sê mehên destpêkê yên pêngava 15 Gelawêjê de tune bibin. Li bendê bûn ku emê çiqas û kengê têkbiçin. Pêknehat.
Ez bawerim, 1985’an de bûyera CUD (eniya netewa demokratîk) derkete holê. Bûyera bi navê CUD bi taybetî PDK û PKI yê pir teng û sîtemkar girtin dest. Bûyea CUD bi tevahî girtina başur a ji me re ye. Û vê yekê jî di nav hevkariyeke şidyayî ya KT de dikin. Di nava me de jî dîsa hindek hêman (oge) li vê razan. Ger ev vê yeke dirûst li xwe mukir neynin jî digotin taktîk ev e: “emê başur bikin Vîetnam.” Dîsa wê demê kesên ku pêwîst dikir di asta herî jor de şerê me bi rê ve bibin wiha digotin. Van hevalên me di nameyên xwe de hema wiha digotin: “emê li gel PDKê şer bikin, emê başur vegerînin Vîetnamê. Piştre bi spartina vir ve emê berxwedana bakurê Kurdistanê bi pêş bixin.” Bêguman me got, “em di qonaxeyeke jiyanî de ne.” “hun bi PDKê re nikarin başurê Kurdistanê bikin Vîetnam.” Ev bi qandî ku girêdana PDKê ya bi emperyalîzm û mêtîngeriyê ve nebînin kor bûn. Ez bawerim hindekî jî polîtîk nebûn. Li gor xwe diaxiviyan. Di encamê de me ew bi zorê xelas kirin. Tuyê PDK bi kar bînî, bikî eniya paş û yek jî tûyê pê re şerê Vîetnamê bidî meşandin! Yani ya ku ez dixwazim bibêjim bi van re tekoşîn dijwar e û ev yek rengê xwe dide hundir jî. Nîjadperestiya ku dixwast bi van bilêyîze û di nava me de jî bermahiyên bûrjuva biçûk a feodal hindekî serê xwe dirêj bike û xwast vê yekê bibêje: “komên din PKKê qedandin, KUK, Pênc Parçeyî, Tekoşîn, Pêşeng, DDKD.” Ev hemû bi rastî ji dema em gihiştin 1985’an hemû qediya bûn. Ji ber ku rewşa pêngavê ev yek diyar dikir. Tedbîrên ku PDK’yê girtibûn hebûn, ew jî bêencam diman. Rexmî ku di asta herî bilind de reng dida me, derketibû holê ku emê serê xwe netewînin. Navdar e, wê demê di derbarê Partiya Komûnîst de ev daxuyaniya me hebû. “ev parti dê yan xwe fes bikin an jî dê têkbiçin. Êdî tu pêwendiya van a bi komûnîstiyê û bi welatperweriyê re nîne.” Dahurînên me yên di derbarê PDK de jî hebûn. Ev axaftin hevalê şehit Sadun sererast kiribûn. Di sala 1985’an de weke broşûr derketibûn. Bi kurtasî ev hindekî bêbandor hatibûn hiştin, rexmî van pêngava 15 Gelawêjê hatiye destpêkirin û tê meşandin. Lê dîsa kar li ser xalake pir krîtîk tê meşandin. Di nava PKKê de binkeyên feodal, bûrjuvaziya biçuk ji pêngavê gelekî nerihet in û yan jî qaşo hindek qadên bandorkariyê ji destên wan dişemitin. Jixwe piştre derkete holê. Bi gotinên xwe ve ev yek rasterast axaftine, heta klip-hizip avakirine. Qaşo li gor wan, li vê derê evqas xizmetkirina me remzî (sembolik) ye. Meşandina me ya tevgerê û gihandina me ewqas zêde girîng nîne. Yani “bi qandî ku em hêsan bikin em dikarin hêsan bikin. Hindek rewşenbîr hene bi qandî ku em dikarin di nava PKK de van bi kar bînin em dikarin bi kar bînin. Li paş ên gundî, xizan, evdal yanî yên cahîl dimînin. Emê li ser wan serdestiyê, sultantiyê ava bikin.” Ev zilam bi rastî dema ku nikarin bibin şorbexwar, çûne bi komplogeriyê ve mijûl bûne.
Mesela pratîka Cemal Kor eşkiyatî ye. Ne eşkiyatî jî, xirabtir e. Eşkiya hindekî li dij bêmafiyê ne. Mezinahiya wan xwedî wate ye. Em piştre hîn dibin. Fêrbûye her dem riya Mîdyatê bibire, bi şêlandina mirovên xizan ve bijî, dema firsendeke wisa dîrokî dikeve destan jî dixwaze bi hevkarên herêmî re tevgerê biqedîne. Ji 1982’an hetanî 1985’an rewş ev bû. Min gazî vê dere kir. Di destpêkê de bi tevahî kadroyên partiye re, bi herkesî re mijûl bû. Wê demê gelekî çek şandin. Çek û bombeyên ku me şandibûn, ez bawer dikim pênc-deh hezar ditînin. Ev hemû çi jê kirin em nizanin. Gelek çek. Welatparêzên hêja dixebitiyan. Tu nabêjî ev li ser hemuyan rûdiniştiye. Du-sê salan bi tolazgeriyê ve jiyaye, li gor xwe jiyana ku wisa bi tolazgeriyê ve dimeşand, bi şêlandina PKKê re û bi îstîsmarkirina PKKê re qedandina wê armanc dike. Yek du xulamên wî hebûn. Karê ku van dikirin, ji çend kesên ketî re dayîna jiyaneke erzan bû. Ger çend jin hebin, şêwaza jiyana wan a hezkar ev e. Ne rewa, yanî bi ketinî. Tam şêwaza feraseta desthilatdariya feodalan e. Piştre bila partî bixebite ji van re derfetan pêşkeş bike. Piştre dema hatin vê derê rewş dîtin, ketin ferxa cewaziya rewşê. Lê zilam ji bo ku xwe nede eşkerekirin ev yek gotiye: “bi hemû hêza xwe ve ji bo ku ez Serokatiya Partiyê bi kesayeta xwe ya rast nedim hesîn ketim pozîsyoneke baş a awarte.” Û bi rastî jî ketibû rewşeke wisa. Li vê derê helwesteke gelekî baş raber dikir. Û berbi Îranê ve çû. Wê demê gotiye, “ez bi ser ketim.” Hindek heval dizanin. Li ser kadroyan texrîbateke mezin dide meşandin.
Ji bo jiyanên xwe yên ketî tenê bi pisiyên xwe yên wê derê ve jî namînin. Li wê derê du-sê qafadaran jî dibîne. Û vê yekê dibêje: “ya girîng ev der e. Carekê şensê desthilatdariyê dikeve destên me. Ger me karîbû em bi kar bînin, me bi kar anî ger me nikarîbû em çûn. Sed sal jî derbas bibin, careke din ev firsend bi dest me nakevin.” Yanî gotinên wan wisa ne. Em niha difikirin ku ew gotin xwedî gotin in. Ji ber ku di nava partiyê de hindek kes ewqas vedibêjin. Hindek hevalan rêdikin ser mirinê. Çi ye? Wisa qedandina hêza şerê lez a PKKê ye. Dişînin ser çalakiyên ku qet xwedî şensê serkeftinê nîne. Yan dê birevin an dê bimirin weke din tu care nînin. Dema birevin jixwe weke xayinan tên kuştin dema tên lêdan jî jixwe yê diqede PKK ye. Bi evqas taktîkên kor ve ev li ser binke (yapı) dilêyîzin. Rengê dahurînên encama kongrê nadin. Bi temamî bi şêwazeke pir zane binke dixin rewşeke şidîn, gumanbar û ajanên ku her dem hev dişopînin. Tu kesên ku ji hev gumanan nakin namînin. Û weke ku ez dibêjim kom jî çomez e. Qaşo desthilatî, kontrol bi destên xwe xistine. Feqirên din jî tên îdarekirin. Tiştên bi ser dixin, gotina min li wê weke minet bi kar anîna çek, pere û nizanim çi tiştên PKK’ê ne. Dema wisa yên ketî dibînin jî, bi pêşkeşkirina jiyaneke ketî ve bi wan xiyanetê didin kirin.”
Şirovê 1